KON-MED’ê banga çalakiya lezgîn kir: Ji niha ve dakevin qadan!
KON-MED’ê li dijî dewleta Tirk ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê de çekên kîmyewî bikar tîne û hevkarê wê PDK’ê banga lezgîn a çalakiyê kir.
KON-MED’ê li dijî dewleta Tirk ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê de çekên kîmyewî bikar tîne û hevkarê wê PDK’ê banga lezgîn a çalakiyê kir.
Konfedrasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) diyar kir, "Dewleta Tirk a dagirker ku derbên mezin xwariye, nirxên mirovahiyê tine dihesibîne û bi çekên kîmyewî êrîş dike" û bang li gelê Kurd û her kesê ku li dijî şer e kir ku ji niha ve dakevin kolanan.
KON-MED'ê ev daxuyanî parve kir:
“Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger li ber çavê hemû cîhanê bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê Kurdistanê dagir dike, li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tîne. Ji 17’ê Nîsanê ve li Başûrê Kurdistanê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiriye û bi girtina tora xiyanetê ya PDK’ê li rex xwe, armanc dike ku berxwedana azadiyê ya Kurd tune bike. Dewleta Tirk a dagirker hem bi hevkariya PDK’ê û hem jî bi piştgiriya hêzên navneteweyî bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze encamê bigire.
Hêviya yekane ya gelê Kurd Gerîlayê Azadiyê li hemberî van êrîşên dagirkerî û qetlîamê bi berxwedana xwe ya destanî parastina tevahî gelê Kurdistanê dike. Dewleta Tirk a dagirker ku derbên giran dixwe, nirxên mirovahiyê tune dihesibîne û bi çekên kîmyewî êrîş dike. Bi bombekirina cihên sivîlan komkujiyan pêk tîne. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên bejayî û hewayî yên heyî careke din hiqûqa navneteweyî binpê dike û sûcên şer dike û çekên kîmyewî bikar tîne.
DEWLETÊN EWROPAYÊ ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÊ ŞERIN
Dewlet û saziyên Ewropayê yên ku li hemberî çekên kîmyewî yên di van êrîşan de hatine bikaranîn bêdeng man, şirîkên vî sûcê şer in. Ev sûc hemû li ber çavên cîhanê tên kirin. Lê belê tevî delîlên sûcbariyê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker hene jî, lê ti gavek ji aliyê OPCW û aktorên din ên navneteweyî nehate avêtin.
DAXWAZA LÊPIRSÎNEKE SERBIXWE
Ji bo vê jî weke KON-MED em bang li hemû gelên li Elmanyayê dijîn dikin ku piştewaniyê bidin gelê Kurd. Weke civaka Kurd li Elmanyayê, em daxwaz dikin ku derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê lêkolîneke serbixwe bê kirin. Em bang li Hikûmeta Federal a Elmanya, Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî ya dewletan dikin ku ji bo berjewendiyên aborî çavên xwe li van sûcên li dijî mirovahiyê re negirin!
JI NIHA VW DAKEVIN QADAN!
Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê xwe yê li Elmanyayê dijîn û hemû dostên xwe yên li dijî şer in dikin ku dakevin qadan û bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin.”