KON–MED: Dewleta Tirk li Elmanyayê planê qetlîamê dike
KON-MED’ê bal kişand bi ser wê yekê de ku dewleta Tirk dixwaze li Elmanyayê qetlîamê bike.
KON-MED’ê bal kişand bi ser wê yekê de ku dewleta Tirk dixwaze li Elmanyayê qetlîamê bike.
Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Dewleta Tirk dixwaze li Elmanyayê jî qetlîamê bike. Bi têkiliyên qirêj ên nav dewletan, dernexistina holê ya qetlîamên deh salên dawîn li Parîsa paytexta Fransayê hatine kirin û piştgiriya ji bo faşîzma Erdogan tê dayîn, rê li ber qirkirina Kurdan te vekirin.
‘PARLAMENTERÊ AKP’Ê BANG JI BO QETLÎAMÊ KIR’
‘KON-MED’ê anî ziman ku di dîmenên rojên dawîn li bajarê Neûs ê Elmanyayê derketin holê, Parlamenterê AKP’ê Mûstafa Açikgoz bi eşkerehî banga ji bo qetilkirina Kurd û muxalifan dike û got: “Dibêje ku li kû be jî em ê qetil bikin. Nabe ku mirov xwe li nedîtina van dîmenan deyne. Çeteyên Erdoganê faşîst fermana qetlîamên nû didin.
Li bajarekê Elmanyayê banga ji bo qetlîamê tê kirin û hikûmeta Elman bi tenê nota dide. Hişyariya Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ne bes e. Elmanya, ji pêkanîna ewlehiya jiyana Kurdan berpirs e. Ji bo girtina rê li ber bûyerên dibe ku biqewimin, bila meqam û dozgerên Elman bi erka xwe rabibin.“
KON-MED’ê da zanîn ku hikûmeta Elmanyayê ku di her fersendê de piştgiriya dewleta Tirk dik, berpirs e heger êrîşek bi ser Kurdan û saziyên wan bê kirin.
‘DIVÊ XEBAT LI WAN BÊ QEDEXEKIRIN’
KON-MED’ê destnîşan kir ku ji xeynî partiya AKP-MHP’ê, Rocker Club ku Erdogan ji nêz ve têkildar e û wiha got: “Li Osmanen Germanîa, li mizgeftên girêdayî DÎTÎB’ê siyaseta AKP-MHP’ê tê birêvebirin û Kurdan ji xwe re wek armanc nîşan didin. Lewma divê di der heqê wan de demildest dest bi lêpirsînê bê kirin.“
‘KURD WÊ LI BER GEFAN RABIDIN’
Di dawiya daxuyaniya xwe de KON-MED’ê wiha got: “Em KON-MED dixwazin cardin bibêjin ku wê Kurd li ber her gefê rabibin. Tiştê divê bê kirin ew e ku hemû saziyên girêdayê rejîma faşîst û qirker a AKP-MHP’ê li vir bên qedexekirin. Di serî de DÎTİP, divê Ocaxên Nijadperestan li Elmanyayê bikevin nav lîsta qedexekirî.
Divê dev ji terorîzekirina saziyan Kurdan ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin bê berdan. Em bawer in ku wijdanê civaka Elman van polîtîkayan qebûl nake.“