Li ber Parlamentoya Dusseldorfê çalakiya konvedanê

Kurdistaniyan li dijî êrîşên dagirkeriyê, kon li ber Parlamentoya Dusseldorfê veda.

Ji bo teşhîrkirina sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û agahdarkirina civaka navneteweyî, stand li ber Parlamentoya NRW’ê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hat danîn.

Li ber standê ji bo agahdarkirina têkildarê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, axavtin hatin kirin.

Koma Dortmûnd û Essenê çalakiya konvedanê girt ser xwe. Sibehê jî wê gel li Bonn û Kolnê bi hev re li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Bonnê çalakiya konvedanê pêk bîne.