Li gelek bajarên welatên Ewropa kompoloya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hate şermezarkirin.
OSLO
Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Osloyê ve hat organîzekirin di saet 10.00‘an de li Qada Karkeran dest pê kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Osloyê Ayşe Yûce û Nûnerê PJAK'ê yê Norwêcê Şêrzad Çiya komploya navneteweyî ya di sala 1999'an de pêk hat û hêzên tevlî komployê bûne şermezar kirin.
Di çalakiyê de ji bo PKK ji nava listeya “rêxistinên terorîst“ were derxistin îmze hatin komkirin.
TOULOUSE
Bi heman armancê li bajarê Toulouse yê Fransa jî standa îmzeyan hate vekirin û komplo hate şermezarkirin.
Di çalakiya standê de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd agahî hatin dayîn, jinên beşdarî çalakiyê bûn bi cilên reş 15’ê Sibatê şermezar kirin.
ZURÎH
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê pêşangehek li ser paradîgmaya azadiya Rêberê Gelê Kurd hate vekirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan û rêxistinên ciwanan TCŞ û Teko-JIN, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fikrên wî yên li ser jin, demokrasî û azadiya ekolojîk li qada Staûffacherê hatin pêşandan.
Çalakgeran da xuyakirin ku ew dixwazin çima divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, raya giştî ava bikin.