Komploya 15’ê Sibatê li Dusseldorfê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Dusseldorfê li dijî 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî meşiyan û bang li CPT û NY’ê kirin ku ji bo dawîanîna sîstema êşkenceya Îmraliyê bikevin nava tevgerê.
Kurdistaniyên li Dusseldorfê li dijî 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî meşiyan û bang li CPT û NY’ê kirin ku ji bo dawîanîna sîstema êşkenceya Îmraliyê bikevin nava tevgerê.
Kurdistaniyan îro li paytexta eyaleta NRW ya Elmanyayê Dusseldorfê mîtîng û meş li dar xistin. Çalakiya ku saet di 14:30’an de li ber DGB Hausê dest pê kir, ji aliyê Federasyona MED û NRW YJK-E’ê ve hat organîzekirin.
Kurdistaniyên li Dusseldorfê û derodara wê beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Kurdistaniyan ewil mîtîngek li dar xistin.
Hevseroka Federasyona MED’ê Şevîn Sîncer di mîtîngê de axivî û wiha got:
“Li dijî Rêberê me komploya navneteweyî pêk anîn û radestî dewleta Tirk kirin. Em ê wê rojê ti carî ji bîr nekin. Em ji vir heta Îmraliyê Rêbertiya xwe û berxwedana wî ya 24 salan silav dikin.”
Piştî mîtîngê, derbasî meşê bûn. Kurdistaniyên ku li kolanên qelebalix ên Dusseldorfê meşiyan, pankartên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, hildan. Di dema meşê de bê navber dirûşmeyên "Freiheit für Öcalan, Frieden in Kurdistan" (Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Aşîtî) hatin berzkirin.
Di meşê de ji bo raya giştî ya Dusseldorfê bi megafonê danezanek hate xwendin. Di danezanê de wiha hate gotin: “Gelek dewletên Ewropayê ditirsin ku daxwazên demokrasî, wekhevî, û azadiyê bi rêya diyalogê çareser bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal berê li gorî van daxwazan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hat Ewropayê, lê dewletên Ewropayê wî qebûl nekirin. Her wiha bûn şirîkê komployê û Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. Daxwaza me ya gelê Kurd ev e: CPT û NY’ê divê ji bo dawî anîna pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê bikevin nava tevgerê û komîteyek bişînin Îmraliyê.”
Di dawiya meşê de Hevserokê Federasyona MED’ê Ahmet Kobanê axaftinek kir. Kobanê wiha got: “Keç û ciwanên Kurd ji bo têkbirina komployê bedena xwe dan ber agir. Di dîroka cîhanê de tu kes xwe ji bo qral, pêxember û paşayan ne şewitandiye. Lê zarokên gelê Kurd vê yekê kirin. Ji ber ku gelê Kurd heqîqet û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo nas kir. Ji ber vê yekê ev çalakî pêk hatin. Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.”