Komploya 15’ê Sibatê li Aaraûyê hat şermezarkirin
Çalakvanên ku li Aaraûyê komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin gotin, “Emê 12’ê Sibatê ji bo ku azadiya Rêber Apo biqîrin emê biherikin Strasboûrgê.”
Çalakvanên ku li Aaraûyê komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin gotin, “Emê 12’ê Sibatê ji bo ku azadiya Rêber Apo biqîrin emê biherikin Strasboûrgê.”
Kurdistanî û dostên wan li ser banga Meclîsa Jinê ya Rojbîn saet 18:30’an li Bahnhofplatzê hatin cem hev.
Endama TJK-E Asmîn Engîn bi bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku 23 sal beriya niha di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi komploya navneteweyî hatiye girtin, tê xwestin ku îradeya gelê Kurd teslîm bê girtin.
Engîn ragihand, “Bi paradîgmaya azadiyê ya ku Rêber Apo di şert û mercên herî giran ên tecrîdê de afirandiye ev komplo hatiye pûçkirin" û wiha dewam kir:
“Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ya ku di bin şert û mercên herî giran ên tecrîdê de afirandiye û îro bi mîlyonan li pey wê xistiye, ji gelên cîhanê re bûye mînak. Îro daxwaza azadiya Rêber Apo ne tenê ya gelê Kurd, bûye yekane daxwaza hemû gelên cîhanê. Bi dîtina vê rastiyê re em ê li her cihê ku li dijî hewldanên hêzên komploger û hevkarên wan ên ji bo berdewamkirina komployê di nava hewldanê de ne û hêviya aştiyê ya gelan hedef digirin, emê ji parastina azadiya Rêber Apo paşde gav navêjin. Îro bi berxwedana gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi baweriya gelê Kurd a bi vê berxwedanê re, emê hêzên komploger vala derxînin û Rêbertiya xwe azad bikin.”
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aaraû Emrûllah Bîngul diyar kir ku ji bo çalakiya sibe ku wê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin, ew ê bi hemû pêkhateyên meclîsê re amade bin.
Piştî axaftina Bîngul ê banga tevlîbûna meş û mîtînga Strasboûrgê dubare kir, daxuyaniya bi zimanê Elmanî hate xwendin.
Di çalalakiyê de bi demdirêjî dirûşmeyên ‘Dema Azadiyê ye’ hatin berzkirin, piştre bi dawî bû.
Ji bo meşa girseyî ya ku wê di 12'ê Sibatê de li Strasboûrgê bê lidarxistin, wê sibe otobus ji ber Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên li dehan navendên Swîsreyê derkevin rê.