'Komkujiyên meha Kanûnê' li Londonê hatin şermezarkirin

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, Komkujiya Mereşê ya 1978'an, Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûna 2000'î û Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an bi girseyî şermezar kir.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (DGB) a Brîtanyayê ku ji Meclîsa Gelê Kurd, Day-Der, Gîk-Der, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Cemxane û komeleyên xwecihî pêk tê, komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê bi çalakiyeke girseyî şermezar kir. Çalakî li ber Pirtûkxaneya Wood Greenê pêk hat.

Di çalakiyê de ku tim û tim dirûşma "Mil bi mil li dijî faşîzmê" hate qîrîn, pankarta bi nivîsa "Em ê bi berxwedanê û yekbûnê li dijî qirkirin û komkujiyan bi ser bikevin" hate hildan.

Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Ji Mereşê heta Roboskî, ji Girtîgehan heta bi Qamişloyê meha Kanûnê bi komkujiyan dagirtî ye. Dewleta Tirk, faşîzma Tirk mirov bi saxî şewitandin, bi bombeyan qetil kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku siyaseta komkujî û qirkirinê hîn jî dewam dike û ahte gotin, "Ev sîstem sîstemeke komkujiyê ye. Divê li hemberî vî mejiyê faşîst em berpirsyariyên xwe bi cih bînin û vê sîstema faşîst têk bibin."

Hate destnîşankirin ku yekane rêya li dijî komkujiyan, têkoşîna bi yekîtiyê ye û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar hate kirin.

Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.