Komîteya Piştevaniya Kurdistanê: Em bi gerîla re ne
Komîteya Piştevaniya Kurdistanê êrişên dawî yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re şermezar kir û ragihand ku ew bi gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê re ne.
Komîteya Piştevaniya Kurdistanê êrişên dawî yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re şermezar kir û ragihand ku ew bi gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê re ne.
Dostên Kurdan li ber êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê radibin û nerazîbûnê nîşan didin.
Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Benny Gustafson li ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca esasî ya desthilatdariya AKP-MHP'ê tunekirina PKK'ê ye ku gelê Kurd diparêze.
Gustafson anî ziman ku PKK ne tenê rêxistineke ku yekîtî û yekparebûna Kurdistan diparêze û wan ji qirkirinê rizgar dike, di heman demê de ji bo demokratîkbûna herêmê, parastina ekolojiyê û azadiya jinê têdikoşe. Gustafson bang li dewleta Tirk kir ku ji Başûrê Kurdistanê û Rojava derkeve.
'DIVÊ HER KES LI BER DAGIRKERIYÊ RABE'
Ji rêveberên Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Per Olov Nordin jî bi bîr xist, di demekê de ku Rûsyayê êriş li ser Ûkraynayê daye destpêkirin, dewleta Tirk jî bi binpêkirina qanûnên navneteweyî re li xaka Başûrê Kurdistanê şerekî giran li dijî gelê Kurd daye destpêkirin. Nordin destnîşan kir, ku ji ber sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê divê mirov li ber endametiya Tirkiyeyê ya li NATO'yê rabin û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên şermezarkirinê bibin.