KOMAW: Wefata Çelebî ji bo Kurdan wendahiyeke mezin e

Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW), ji bo Rifat Çelebî (86) ku jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê ragihand û got: ‘’Em pir li ber ketin ku Çelebî jiyana xwe ji dest da.’’

KOMAW’ê got: ‘’Bavê şehîd Huseyîn Çelebî ku damezirînerekê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ye, apê me yê welatparêz ê kedkar ê şoreşger Rifat Çelebî roja Yekşemiyê di 86 saliya xwe de, jiyana xwe ji dest da.’’

Di dewama peyama ji bo sersaxiyê de ev tişt hatin diyarkirin: 

‘’Hemû malbatên şehîdan, gelê me yê welatparêz û xebatkarên saziya malbata şehîdan pir li ketin ku ketin ku jiyana xwe ji dest da. Mam Rifat, heta kêliya dawîn a jiyana xwe jî azadiya Kurdan ji xwe re kiriye esas û xebitiye û tu car dev jê bernedaye.

Tevî ku bi salan bû li Ewropayê dima, tu car adapteyê jiyana Ewropayê nebû, her dem bi hesreta welat jiya û gelek ked di vê rêyê de da. Heta ku sax bûye, di gelek saziyên neteweyî de ked daye û bûye tevkarekê têkoşînê û daye ser rêya şehîdan, di heman demê de bi ked û hewila xwe li mîrateya şehîdan bûye xwedî.

Hilbijartina çûyî, bêyî  ku li tenduristiya xwe bifikire tevî tûpê oksîjenê, çû dengê xwe da û bi erka xwe ya welatparêziyê rabû. 

Ew ê her di dilê şervanên azadiya Kurdistanê de be, ji ber ku heta sax bûye gelek berdêl dane. Xeyala wî, Kurdistana azad bû. Ji bo pêkhatina vê xeyala wî, soz didin ku em ê têbikoşin. Di serî de malbat, bila serê malbatên şehîdan, gelê me yê welatparêz, û yê Gelê Kurd sax be. Ruhê wî şad be.’’ 

MERASÎMA CENAZE LI NURNBERGÊ YE

Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL), da zanîn ku wê merasîma cenazeyê Rifat Çelebî roja 23’yê Gulanê bê kirin.

Li gor daxuyaniyê, wê merasîm saet di 13.00’an de li komeleya Kurdan a li “Forsthaus str. 36” Nurnbergê dest pê bike.