KOMAW Swîsre kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist
KOMAW'ê kongreya xwe ya 3'emîn li bajarê Baselê li dar xist.
KOMAW'ê kongreya xwe ya 3'emîn li bajarê Baselê li dar xist.
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) a Swîsreyê, kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist. Kongre li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (DemKurd) hat lidarxistin. Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), Yekîtiya Jinên Kurda a Swîsreyê (YJK-S), endam û gelek malbatên şehîdan tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de ji bo rêveberiya nû 9 kes hatin hilbijartin.
Berdevkê KOMAW’ê Mûstafa Karahan axaftina vekirinê kir. Piştre ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji bo dîwana kongreyê Alî Şîmşek, Cemal Ozdemîr û Gulsum Tatli hatin hilbijartin.
Li ser navê dîwanê Alî Şîmşek axivî û got: “Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Erka me hemûyan e ku em kongreyekê li gorî giraniya vê pêvajoyê pêk bînin. Em bi hev re hewl didin ku kongreyek xurt li dar bixin. Erê, pêvajo giran e. Lê bersivdana vê pêvajoyê jî erkê me yê bingehîn e. Ev yek nîşaneyeke bingehîn a girêdana me ya bi şehîdên me re ye. Em tenê bi pêkanîna xeyala wan dikarin bibin layiqî şehîdên xwe.”
Dû re biryarên di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de yên der barê şehîdan de hatin xwendin. Siyasetmedar Sadik Batur ê ku beşdarî kongreyê bû jî axaftinek kir. Batur diyar kir ku axaftina der barê şehîdan de ne hêsan e û got: “Pêvajoya nû ji bo her kesê erk û berpirsiyariyên nû bar dike.”
Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr jî axivî û got: “Di berxwedana 52 salan de bi hezaran şehîd hatine dayîn û berxwedana şehîdan rê li ber gelê Kurd vekir.”
DAYIKA AŞTIYÊ: EM JI RÊBERÊ XWE BI BAWERIN Û DIVÊ EM DESTÊ WÎ XURT BIKIN
Di kongreyê de Dayika Aştiyê Dondu Erîn jî axivî û got: “Em ji Rêberê xwe bi bawerin û divê em destê Rêber Apo xurt bikin.”
Dayika şehîdan Fatma Toren jî axivî û got ku ew bi zarokên xwe serbilind e.
TCŞ: SOZA ME JI ŞEHÎDAN RE HEYE
Di kongreyê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Argeş Welat jî axivî û ev tişt got: “Divê ciwanên li Ewropayê dijîn hên bêhtir rola xwe ya çalak bilîz e. Em weke ciwan em ê bi biryardarî li ser rêya Rêber Apo û şehîdên xwe bimeşin. Em ê timî xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derbikevin. Em ê weke ciwan divê cîhana kaptalîst de bêhtir têkoşînê geş bikin.”
Di kongreyê de rapora xebatê hat xwendin. Di kongreyê de rêveberiya ji 9 kesan pêktê hat hilbijartin.
Kongre bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.