Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ragihand ku ew ê Cejna Newrozê ku sembola aştî, xwişk-biratî û demokrasiyê ye, roja 21’ê Adarê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi coş û hêviyeke mezin pêşwazî bikin.
Di daxuyaniya komeleyê de hate diyarkirin ku Newroz sembola berxwedana dîrokî ya gelan, lêgerîna azadiyê û hesreta aştiyê ye. Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin, “Di serî de malbatên me yên şehîd, em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku li qada Newrozê kom bibin. Her gava ku bi ruhê yekîtî û piştevaniyê were avêtin, wê ji bo avakirina siberojeke demokratîk û aştiyê tevkariyê bike.”
KOMAW’ê diyar kir ku ew ê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne û bi rengekî afirêner û berpirsyar tevkariyê li pêvajoyê bike û got, “Zindîkirina nirxên ku şehîdên me ji me re hiştiye û mezinkirina têkoşîna ji bo edalet, demokrasî û aştiyê, berpirsyariya me ya herî esas e. Agirê Newrozê wê îsal jî bibe ronahiya aştî, hêvî û siberoja me ya hevpar.”
Komeleya Malbatên Şehîdan bang li hemû gel kir ku 21’ê Adarê tevlî şahiya Newrozê ya li Frankfûrtê bibin û got, “Em hêvî dikin ku Newroz bibe wesîleya aştî, demokrasî û xwişk-biratiya gelan.”