Koma Rennesê Nobeta Azadiya dewr girt

Koma Rennesê ya Nobeta Azadiyê ya di sala dehemîn de bi biryardarî didome, dewr girt, li dijî dagirkerî û tecrîdê banga yekîtiyê kir.

Nobeta Azadiyê ya Însiyatîfa Azadî ji bo Ocalan ku 25ê Hezîrana 2012’an bi mebesta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, ket hefteya 514’an.

Çalakiya ku her hefteyê Kurdên li Ewropayê û dostên wan bi komî lê didomînin, di hefteya nû de endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a herêma Rennesê ya Fransayê dewr girt. Firat Şah, Jûlîette Gall û Gokhan Laşer jî cihê xwe di komê de digirin.

BERXWEDANA GÊRÎLAYAN HAT SILAVKIRIN

Di çalakiyê ku li cihekî hevpar ê saziyên Ewropayê lê dicivin dewam dike de, Firat Şah êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got ku ew berxwedana dîrokî ya gêrîlayan silav dikin.

Şah, gêrîlayên şehîd bûne bibîr anîn û anî ziman ku divê gele Kurd bertekan nîşanê îxaneta PDK’ê bide.

 ‘EM TECRÎDÊ NEŞIKÎNİN WÊ ÊRÎŞ BERDEWAM BIN’

Firat axaxtina xwe wiha domand: “Êrîşên dagirkeriyê û tecrîdê bi hevre dimeşînin. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo ranebe û azad nebe, wê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berdewam bin.’’

Firat Şah ragihand ku nabe ku 100 salên din jî ji destên Kurdan biçin. Li her dera ku Kurd lê dijî bi yekîtiyê ve divê li dijî dagirkerî, tecrîd û îxanetê derbikevin qadan.