Koma Pforzheîmê Nobeta Azadiyê wergirt

Koma Pforzheîmê Nobeta Azadiyê ya ku deh sal in didome, wergirt.

Înisiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Nobeta Azadiyê di sala 10’an de didome.

Nobeda Azadiyê di hefteya 506’an de didome. Endamên Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a bajarê Pforzheîmê ya Elmanyayê nobeta vê hefteyê wergirt. Di komê de Cafer Selçûk, Abdullah Mûtlû, Hasan Kocahal û Abdulkadîr Kizilboga cih digirin.

Li ser navê komê Cafer Selçûk diyar kir  ku armanca wan a esasî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bal kişand ser vî tiştî ku tecrîd veguheriye tecrîda li ser civaka Kurdistan û Tirkiyeyê.

Selçûk diyar kir tecrîd li ser hemû girtiyan jî tê kirin û bal kişand ser vî tiştî ku girtiyên nexweş di serî de hemû girtiyên siyasî bi hêviya mirinê ve hatine hiştin. Selçûk got “Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Azadkirina Rêbertiya me tê wateya azadkirina hemû gelan.”