Koma Mannheîmê Nobeta Azadiyê dewir girt

Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re li cihê hevpar ku saziyên Ewropayê lê ne 547 hefte ne ku berdewam e. Vê hefteyê aktîvîstên ji Mannheîmê hatin nobet dewir girtin.

Nobeta Azadiyê ya ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê, 547 hefte ne ku berdewam e.

Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan her hefte çalakiya nobetê li dar dixin. Vê hefteyê komeke ku ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê hat, nobet dewir girt.

Mahmût Kasem, Kerîm Tuzun, Fatîh Dag û Mûstafa Yildiz di nav komê de ne. Mahmût Kasem ê li ser navê komê axivî, îşaret pê kir ku du sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “CPT’yê got ku serdana Rêbertiyê kiriye lê derket holê pê re hevdîtin nekiriye. Kurd û dostên wan vê qebûl nakin. Em vê rewşê û bêdengiya CPT’yê û cîhanê şermezar dikin. Heta Serok Apo azad nebe wê ev nobet berdewam bibe.“

Kerîm Tuzun jî bombebarana dewleta Tirk a bi ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şermezar kirin.