Koma Kolnê Nobeta Azadiyê dewir girt
Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re li cihê hevpar ku saziyên Ewropayê lê ne 548 hefte ne ku berdewam e. Vê hefteyê koma ji Kolnê hat nobet dewir girtin.
Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re li cihê hevpar ku saziyên Ewropayê lê ne 548 hefte ne ku berdewam e. Vê hefteyê koma ji Kolnê hat nobet dewir girtin.
Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Hezîrana 2012’yan ve li ber Konseya Ewropyayê ya li Strasboûrgê ya Fransayê (KE) hatiye destpêkirin û ji wê demê ve bênavber didome, ket hefteya 548’an. Vê heftiyê jî koma ji Kolnê hat nobet dewr girt.
Di komê de Abdullah Peker, Sîpan Atmanî û Mehmet Şerîf Ersoy cih digrin. Li ser navê komê Abdullah Peker axivî. Peker diyar kir ku ew ji Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin Fransayê.
Peker bi bîr xist ku weke Kurdên li Ewropayê dijîn 11 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobetê digirin û got: “Em ji dewletên Ewropayê dipirsin; çima bêdeng in? Rewşa Rêbertiya me çawa ye; Em dixwazin dengê wî bibihîzin. Em bang li gelê xwe dikin; Rabin li ser pêyan. Werin em li hemberî dijmin, dewleta dagirker li ber xwe bidin."