Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrîşên dagirkeriyê şermezar kir, banga muzakereya bi PKK’ê re kir

Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û banga muzakereya bi PKK’ê re kir.

Têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a nû ku di 17’ê Nîsanê de dest pê kir, bi îmzeya parlamenterên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê Andreas Schîeder (S&D, Awûstûrya), Francoîs Alfonsî (Kesk/EFA, Fransa), Nîkolaj Vîllumsen (GÛE/NGL, Danîmarka) daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Ev daxuyanî ji Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell û ji parlamenterên Ewropayê re jî hat şandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke Koma Dostaniya Kurdan a li Parlamentoya Ewropayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û vê êrîşa nû ya li derveyî sînor bi tundî şermezar dikin."

Koma Dostaniya Kurd got, “Tevî ku çavê hemûyan li ser şerê neqanûnî yê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê ye, li Başûrê Kurdistanê/Bakurê Iraqê êrîşên din hene ku divê em paşguh nekin. Weke Koma Dostaniya Kurdan a li Parlamentoya Ewropayê, em êrîşên dewleta Tirk a dagirker û vê êrîşa nû ya li derveyî sînor bi tundî şermezar dikin."

Parlamenteran diyar kirin ku êrîş li ser herêma Zapê ne û artêşa Tirk dixwaze qada şer berfireh bike, parlamenteran bertek nîşanî êrîşan da ku ji ber wê sivîl zirarê dibînin.

Koma Dostaniya Kurd her wiha ragihand ku êrîşên dewleta Tirk ên ku weke “parastina rewa” bi nav dike, ji armancên wê yên emperyal çavkaniya xwe digire û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze sînorên Lozanê ji nû ve xêz bike.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Operasyona dawî ya Tirkiyê şeva Yekşemê 17ê Nîsanê destpê kir û ew deverên ku baregehên PKKê lê hene kirin armanc. Balafirên şer, helîkopter, balafirên bê mirov ên bi çekd û hêzên bejayî hemû hatine bicihkirin. Heya niha êrîşên giran li ser herêma Zapê hatine kirin, lê artêşa Tirk plan dike ku şerê xwe hîn berfirehtir bike. Di van salên dawî de êrîşên Tirkiyê zêde bûne û bandoreke xirab li sivîlên herêmê kiriye. Bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn û bi sedan gund hatin terikandin û sivîl mirin û birîndar bûn. Çandiniya herêmê xirab bû û daristan wêran bûn. Enqere êrîşan bi "mafê xweparastinê" rewa dike, lê daxwazên emperyal ên bingehîn ji rastiyên li ser holê ku Tirkiye toreke berfireh û ya berfireh dibe ya baregehên leşkerî ava dike û ji daxuyaniyên Serokomar Erdogan bi xwe ev yek bi rengekî eşkere diyar dibe; ji nû ve xêzkirina sînorên Peymana Lozanê.”

Koma Dostaniyê da zanîn ku dewleta Tirk hemwext bi Başûrê Kurdistanê re êrîşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, zextên li ser HDP’ê zêde kirin, aramiya Iraqê têk bir û neteweperestiya Tirk seferber kiriye.

Daxuyanî bi van daxuyaniyan bi dawî bû:

“Ligel êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê/Bakurê Iraqê, Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên siyasî yên li nava Tirkiyeyê berdewam dikin. Ligel wana bi seferberkirina neteweperestiya Tirk a bêtolerans û êrîşkar dikarin wek hewldanek ji bo bidestxistina piştgiriya dengderan bê dîtin. Gelek hikûmetên Ewropî ji bo aramiyê li Iraqê pêk bînin bera xwe dan Herêma Kurdistanê, lê ev êrîş metirsiya bêîstiqrariyek mezin li seranserê welat û derveyî welat dikin. Em bang li her kesî dikin ku balê bikşînin ser vê êrîşa leşkerî ya derqanûnî ya Tirkiyeyê û metirsiyên wê; û tekez dikin ku tekane çareseriya aştiya li herêmê -ku PKK'ê nîşan daye ku amade ye tevlî bibe- nûkirina danûstandinan û dîtina çareseriyeke siyasî ji 'Pirsgirêka Kurd' re ye."