Koma Antîfaşîst ên Fînlandî ji bo piştgiriya Kurdan çalakiyek lidarxistin

Bi armanca piştgirîdayina gelê Kurd û şermezarkirina êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê, Koma Antîfaşîst ên Fînlandî çalakiyek lidar xistin.

Koma Antîfaşîst ên Fînlandî yên dostên Kurdan li bajarê Oûlû çalakiyek li dijî êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê lidarxistin.

Di çalakiyê de her wiha daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wek beşek ji kampanya meşa dirêj e hat kirin. Çalakvanan bi hilgirtina alên xwe û yên PKK, YPG, YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parka Aînolan civiyan û heya navenda bajarê Oûlûyê meşiyan.

Di destên çalakvanan de pankartên ku li ser wan dirûşmeyên li dijî êrîş û dagîrkeriya dewleta Tirk hatibûn nivîsandin hebûn.