KNK: 24’emîn salvegera damezrandina KNK’ê li gelê me pîroz be
KNK’ê bi wesîleya 24’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek nivîskî da û got: “24’emîn salvegera damezrandina KNK’ê li gelê Kurd hemûyê û Birêz Abdullah Ocalan pîroz be.”
KNK’ê bi wesîleya 24’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek nivîskî da û got: “24’emîn salvegera damezrandina KNK’ê li gelê Kurd hemûyê û Birêz Abdullah Ocalan pîroz be.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî 24’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
“24. Salvegera Kongreya Neteweyî ya Kurdistan pîroz be Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê rexmî hemû zor û zehmetiyan bi îradeyek xurt, bi cesaret xebat û tekoşîna xwe bi piştgiriya endam, dost û hevkaran 24 salên xwe temam kirin û kete nava 25 saliya xwe. Di qonaxa xebat û tekoşîna rewaya ya gelê Kurdistanê ya 24 salan de bê navber bê gûman cihê rûmet û rêzgirtinê ye. Hewl û tekoşîna jibo yekrêzî û yekîtiya neteweyî berdewam be. Bê gûman xebat û tekoşîna me ji bo avakirina dîplomasiyeke neteweyî ya yekgirtî û peydakirina dostaniya gelan gihîştiye asteke girîng û hêja.
Di deme derbazbûyî de, bê rawestan hemû kongre û civatên giştî yên xwe bi şêweyekê sîstematîk û bi serkeftî pêkanîn. Di vê qonaxa 24 saliya xwe de bi dehan konferans û civînên şêwermendiyê yên berfireh di saziyên navneteweyî û parlemanên welatan li ser pirs û doza Kurdistanê rêkxistin.
Hezaran dîdar û çavpêketinên dîplomasî yên navxweyî û navdewletî, bi mebesta avakirina lobî û nasandina doz û pirsa Kurdistanê û piştgîrîkirinê encam dane. Li ser astê neteweyî û nîştimanî jî bi dehan konferans û civînên rawêjî (şêwreyî) û diyalogên navxweyî rêkxistine. KNK bûye pirek di navbera partî, sazî û kesayetiyên Kurd, Kurdistanî, pêkhate û baweriyên etnîkî yên Kurdistanê de. Ev kar û xebatên han hemû bi ked û têkoşîna berdewam ya giştî endam û dostên KNK’ê hatîne kirin. Cihê amaje pêkirinê ye ku di dîroka Kurd û Kurdistanê da heta niha ti seziyekê neteweyî û Nîştimanî mîna KNK’ê nebûye ku 24 sal bi berdewamî û bê navber ji xebata neteweyî di nav kar û tekoşînê da be. Guman tê de nîne ku bê kêmasî jî nebûye û ne gihaye wê astê ku dile me hemûyan dixwaze. Em baş pê serwextin ku em di rewseke gelekî zehmet û dijwar de derbas dibin. Jiber vê yekê jî pêwîste her dem em di pêsketin û guhertinên pêwîst di nava KNK’ê de bikin daku karibe bibe bersîv pirs û pirsgirêkên gelê me re rû bi rû bibe.
Ji bo ku KNK bi hêztir bibe û bikaribe zêdetir rol û misyona xwe ya neteweyî û Nîştimanî bibîne, pêwîstî bi hewl û têkoşîna berdewam û cidî heye. Pêwîstî bi dûrbînî û dîtinên stratejîke, pêwîstî bi zêdetir bi hemû cudahiyên xwe ve, li hev gihiştina tev Kurdistaniyan heye.
KNK wek platformeke, wek kanaleke giring ya tekoşînê di xebata azadîxwaziya gelê Kurdistanê de, berdewam piştgirê xebat û têkoşîna Kurdistaniyên hemû parçeyên Kurdistanê bûye. Li dijî êrîş û dagirkeriya dagirkeran jî, her dem li ser xet bûye û rolê pêşengiya xwe li hember dîtiye û dibîne.
24. salvegera damezradina KNK’ê li hemû gelê me pîroz be, li giyanê şehîdên rêya azadî, serferaziya Kurdistanê û mirovatiyê û malbatên wan yên bi rûmet pîroz be. li hemû wan endaman yên ku di pêngavên destpêkê de kedên hêja dan, li hemû endamên KNK’ê yên niha ku bi dilsozî ve di nava meydana tekoşîn û xebatê de pîroz be. Li hemû zîndaniyên Kurdisanî, li Birêz Abdullah Ocalan ku bi pêşniyar û hewlên wî KNK ava bû, di zîndanê de jî dema bi parêzerên xwe diaxivî yekem daxwaza wî ev bû û digot, ‘ji bo gihiştina yekîtiya neteweyî lezê bikin’. Her wiha li hemû şervanên azadiyê, li gerîla û pêşmerge û hêzên parastina gel û nîştiman pîroz be.”