Kînda Zîn û Şehîdên Parîsê li Londonê hatin bibîranîn
Kînda Zîn û Berçem Tûrcel ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û Şehîdên Parîsê, bi meresimeke girseyî li Londonê hatin bibîranîn.
Kînda Zîn û Berçem Tûrcel ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û Şehîdên Parîsê, bi meresimeke girseyî li Londonê hatin bibîranîn.
Komîsyona Malbatên Şehîdan a Londonê, Meclisa Jinan a Jiyanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Îngilistanê bi hev re, ji bo Kînda Zîn (Fatma Onûr) û Berçem Tûrcel (Hîbrîze Ozdûrak) û Şehîdên Parîsê yên şoreşger û welatparêz, li avahiya KCC’ê merasîmekî bîranînê li dar xist.
Malbata Kînda Zîn, malbatên şehîdan û bi sedan kes li meresima bibîranînê bûn. Sehneyeke berfereh a wêneyên şehîdan li ser û bi çîçek û findan xemilandî, hat amadekirin.
Di şexsê Kînda Zîn de ji bo hemû şehîdên şoreşê bi deqeyekê rêz hat girtin. Nûnerê Komîsyona Malbata Şehîdan Alî Poyraz, Nûnerê KNK’ê Fîkret Îgrek, Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Egîd Riha û endama Meclisa Jinan a Jiyanê bi dorê axivîn.
Bi axaftinan hat destnîşankirin ku Kînda Zîn û Berçem Tûrcel, xwedanê têkoşîneke bi heybeta a bi 30 salan in û wiha hat gotin: ‘’Şehîdên me, pergala dagirker, hov, înkarker û redker li nîvê erdê xist û bûn xwediyê vejîna gelekê rûmetyar û berxwedêr. Bi têkoşîna şehîdan em bûn bi milyonan û tevgera me li hemû cîhanê deng veda. Em bejina xwe li ber şehîdên xwe xwar dikin û dîsa dibêjin ‘’Şehîd namirin.’’
Piştî axavtinan, sînevîzyoneke li ser Şehîd Kînda Zîn û Şehîdên Parîsê hat nîşandan û bi şûn de muzîkjen Mervan kilam gotin.