Kendal Breizh li Vannesê hat bibîranîn
Enternasyonelê Fransî Olivier le Clainche (Kendal Breizh) ku bi eslê xwe Bretonî ye, di salvegera şehadeta xwe de li bajarê Vannes a Fransayê hate bîranîn.
Enternasyonelê Fransî Olivier le Clainche (Kendal Breizh) ku bi eslê xwe Bretonî ye, di salvegera şehadeta xwe de li bajarê Vannes a Fransayê hate bîranîn.
Enternasyonelê Fransî Olivier le Clainche (Kendal Breizh) ê bi eslê xwe Bretonî ye, ku di 10’ê Sibata 2018’an de di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Vannes a Fransayê hate bîranîn.
Koma Vannes Antifa ku li sûrên keleha Vannesê li hev civiyan, pankartên ku daxwaza azadiya Rojava dike, vekir. Di bîranînê de alên YPG, YPJ’ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de posterê Rêber Apo jî hat vekirin.
Di axaftinên bîranînê de hate destnîşankirin ku Kendal Breizh ne tenê enternasyonelek bi çek, bû nûnereke hişmendiya mirovahiyiê ku êşa gelan kir êşa xwe û sînoran derbas kir. Hate diyarkirin ku Breizh, li şûna rehetiyê berdêlê, li şûna bêdengiyê berxwedanê hilbijart.
Hate gotin ku navê wî ne wekî bîranînek; di piştevanî, berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan de bijî.
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.