KCDK-E’yê seferberiya rêxistinbûnê da destpêkirin
KCDK-E’yê bi daxuyaniyekî encamnameya konferansa xwe ya 11-12’ê Kanûnê ragihand û diyar kir ku biryara destpêkirina seferberiya rêxistinî dane.
KCDK-E’yê bi daxuyaniyekî encamnameya konferansa xwe ya 11-12’ê Kanûnê ragihand û diyar kir ku biryara destpêkirina seferberiya rêxistinî dane.
KCDK-E’yê bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got: “Di 11-12’ê Kanûnê konferansa ji nû ve avakirinê di bin binesaziya KCDK-E de bi hevserokên navendên civakî yên welatên Ewropayê, nûnerên saziyên Misilman, Êzidî, Elewî, jin, ciwan, çand, Rojava, Rojhilat û Başûr bi awayekî serketî derbas bû. Konferans di pêvajoyeke dîrokî de pêk hat ku gelê Kurd têkoşîneke mezin dimeşîne.”
Di encamnameyê de wiha hate gotin:
“Di konferansê de hatdiyar kirin ku di avakirina civakî de avakirina zîhniyetê xwedî girîngiyeke bingehîn e. Hate destnîşankirin ku heta ev yek pêk neyê tu erkên din yên avakirinê pêk nayê. Rêbertî gelek caran diyar kiriye ku hemû geşedan encex bi pêşxistina şoreşa hişmendî û wijdanê pêkan dibe. Pêşxistina şoreşa hişmendî û wijdanê tê wateya paradîgmaya nû ya ku Rêber Apo. Bi vê hişmendiyê re avakirin û pêşxistina sîstema Konfederalîzma Demokratîk erkekî dîrokî ye.
Paradîgmaya Rêber Apo xwe dispêre feraseta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê. Ji ber vê yekê divê ev paradîgma baş bê fêmkirin û li ser vê bîngehê avakirina hişmendî û sîstemê bê pêşxistin. Eger em xwe li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ve ji nû ve ava bikin, em dikarin dawî li desthilatdariya îdeolojîk a desthilatdaran û qetlîamên li Kurdistanê bînin.
Avakirina sîstemê rêxistin û bihêzkirina gel e. Civaka birêxistinkirî û xwedî vîn, di têkoşîna azadî, wekhevî û jiyana hevpar ya li dijî qirkirin, dagirkerî û tecrîdê, serketînê mîsoger dike.
BAL KIŞANDIN LI SER GIRINGIYA BIRÊXISTINBÛNÊ
Di nîqaşên di konferansê de destnîşankirin ku di ji nû vê avakirin û avakirina civakî de divê her kes xwe kedkarê xebatên xwe bibîne. Bi vî rengî hemû beşên civakî dikarin xwe li navendên civakî birêxistin bikin, di hemû qadên siyasî, civakî, aborî û çandî de proje û saziyan pêş bixin.
Wê demê em dikarin rêxistinbûn û beşdarbûna hemû gelê xwe di xebatên rêveberiyê de pêş bixin. Wê demê li şûna ku em li Ewropa û ji derveyî welat tune bibin, bi nasname û çanda xwe li her welat û bajar bibin pêşengê jiyana azad û wekhev.
Rexne û tespîta herî bingehîn a di konferansê de; kêmasiyên pêşeng û hevserokan di têgihiştin û pêkanîna paradîgmaya Rêbertiyê de rê li ber avakirin û civakbûna sîstemê digire.
Eger em hevserok û rêveber şoreşa hişmendî û wijdanê di nava xwe û civakê de pêş nexin, her çiqaş hewldan hebin jî em nikarin encam bigirin. Encex bi pêşxistina şoreşa hişmendî û wijdanê em dikarin xwe û civaka xwe perwerde bikin û bibin xwedî hişmendî. Li ser vê bingehê em dikarin bibin civakeke rêxistinkirî û xwedî vîn. Wek din em nikarin xwe ji dubarekirin û paşxistinê rizgar bikin. Bi vê re girêdayî Têkoşîna azadiya Kurd tespîtek wiha pêşxistiye: ‘Ji bo avakirina Neteweya Demokratîk azadiya neteweyî pêwîst e. Di bingeha vê de jî hişmendiya azad û hêza ramanê heye. Ji ber vê yekê divê li ser hêza ramanê bê sekinandin.’ Divê pêşeng û hevserok hem civakê perwerde bikin û hem jî jiyana civakî li navendên komun û civakî de bi hemû aliyên xwe ve birêxistin bikin. Rêbertî dibêje, ‘ji bo ku civakek bibe mêtinget, divê ji polîtîka û exlaq bêpar be.’
Di konferansê de bi dirûşmeya ‘Divê tu Kurdistanî nemîne ku em xwe negihînin’ biryar hat dayîn ku li hemû Meclîs û Navendên Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê, seferberiya rêxistinkirinê bê destpêkirin.”