Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) bi boneya wefata Rifat Çelebî ku bavê Huseyîn Çelebî yê kadroyekê pêşeng ê PKK’ê ye, peyama sersaxiyê weşand.
Di peyama KCDK-E’yê de wiha hat gotin: “Mamê me Rifat ê fedakar, kedkar, welatparêz-şoreşger jiyana xwe ji dest da. Rifat Çelebî, xwe fedayê têkoşîna azadiya Kurdan kir, ji wê boneyê xwe ji ber tu fedakariyê neda alî, hemû peywir girtin ser xwe, kesekê mînak bû, gelê me hez jê dikir, rêz jê re digirt. Gelê me û malbata wî pir li ber ket ku jiyana xwe ji dest da. Heta ku sax bû, çûna di rêya şehîdan de ji xwe re kiribû esas. Wefata Rifat Çelebî, ji bo Kurdan windahiyeke mezin e. Kurd, di têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê de, wê her tim wî di nav kesayeta xwe de bihewînin û bibîranîn û bêriya wî teqez pêk bînin.”