KCDK-E'yê Cejna Êzî pîroz kir
Hevserokên KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê cejna xelkê Êzidî Cejna Êzî pîroz kir.
Hevserokên KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê cejna xelkê Êzidî Cejna Êzî pîroz kir.
Di peyama KCDK-E'yê de hate gotin, "Êzidîtî ku çand û baweriya herî kevn a herêmê ye, di nava dîrokê de timî sirgûn û komkujî lê hate kirin. Gefa li ser hebûna çandî û neteweyî ya bawermendên Kurd ên Êzidî dewam dike.
Bi hezaran jin, keçên Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar ve hatin revandin û aqûbeta gelekan nayê zanîn. Mîna parçeyên din ên Kurdistanê, dewleta Tirk a nijadperest û şefê DAÎŞ'ê Erdogan êrîşên komkujî û qirkirinê dibe ser Şengalê. Bi yekîtiya neteweyî, rêxistinî, nasandin û avakirina statuya Êzidxanê em dikarin pêşî li komkujiyên nû bigirin.
Têkoşîna jiyanê ya xelkê me yê Êzidî têkoşîna me ya bingehîn e. Bi navê KCDK-E'yê em Cejna Êzî ya xelkê me yê Êzidî pîroz dikin ku 16'ê Kanûnê ye û hêvî dikin ku cejn ji xelkê me yê Êzidî û tevahiya Kurdistaniyan re azadî, wekhevî û statuyê bîne."