KCDK-E û TJK-E:Êrîş didomin, berxwedanê mezin bikin

KCKD-E û TJK-E, bal kişand ku êrîşên dewleta Tirk didomin, banga mezinkirina çalakiyan kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E û TJK-E ên daxuyaniyek hevpar da got: “Banga bi ruhê Yektîtiya Netewî û Piştevaniya Gerdûnî têkoşînê mezin bikin dikîn.” Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku her çendî bi berxwedan û zexta raya giştî ya cîhanê artêşa Tirk ‘agirbest’ ragihandibe, divê bawerî bê neyê anîn û ev hate gotin: “Karnameya dewleta Tirk a qirker têra xwe xirab e. Li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên şer lê dijwar bûn, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin.”

Di daxuyaniyê de bi domdarî got: “Li herêmên ku agirbest lê hatî ragihandin, nexweşxaneya ku sivîl lê dihatin dermankirin hewl hatin dayîn ku bi bomberdûmanê tine bikin. Dîktator Erdogan dev ji êrîşên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê bernedaye. Ya niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser gelê Kurd didin ferzkirin teslîmbûn û qirkirine.”

Hate gotin ku divê piştevaniya netewî û navneteweyî dewam bike û hate gotin: “Divê tavilê dewleta Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbikevin. Divê hêzên navneteweyî guşarên xwe bidomînin. Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên sûcên şer in, divê lezgîn li dijî dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî bê pêkanîn.”

Herî dawî KCDK-E û TJK-E got: “Divê em 19’ê Cotmehê di serî de li Koln û gelemperiya cîhanê li dijî dagirkeriyê sekna xwe ya bi biryardarî nîşan bidin. Em Berxwedana Rûmetê mezin bikin. Wê berxwedana me heta hêzên dagirker ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbikevin dewam bike.