KCDK-E: Li dijî Erdogan hewceyî ne bi gotinan bi helwestê heye
KCDK-E'yê bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û got,''Divê mirovahî li dijî Erdogan helwesteke berbiçav nîşan bide.''
KCDK-E'yê bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û got,''Divê mirovahî li dijî Erdogan helwesteke berbiçav nîşan bide.''
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E'yê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker îro daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin dewletatirk dema pandemiya vîrûsa koronayê jî êrîşên li ser Kurdistanê didomîne û got,''Êdî ji gotin û gazinan wêdetir mirovahî divê di ber Kurdan de li dijî dewleta Erdogan helwesteke berbiçav nîşan bide. Qanûnên navdewletî û pîvanên sincî êdî divê di pratîkê de li dijî van polîtîkayên êrîşkar ên dewleta faşîst werin bicihanîn.''
KCDK-E'yê ji bo Zînî Wertê û hemû Kurdistanê bang li her kesî kir li nav berxwedanê bin.