KCDK-E ji bo Komkujiya Gurgum û Roboskiyê daxuyanî da

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi boneya salvegera Komkujiya Roboskî û Gurgumê daxuyanî da û got, “Heta ku Gurgum û Roboskî û bi dehan komkujiyên din ronî nebin, demokrasî pêk nayê.”

KCDK-E’ê bi daxuyaniyekî nivîskî got, “Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyan hatiye nivîsandin û 100 saliya xwe bi komkujiyan xwe tijî dike.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komkujiya Gurgumê li hemberî Elewiyên Kurd hat kirin. Li gorî daneyên fermî, di 24’ê Kanûna 1978’an de li Gurgumê di komkujiya ku ji aliyê dewletê ve li dijî Kurdên Elewî pêk hat de, 120 kes hatin qetilkirin.

Kujerên Komkujiya Gurgumê nehatin darizandin, weke Komkujiya Madimakê hatin xelatkirin. Kujerên ku Elewî qetil kirin bi destê dewletê ketin meclîsê.

Polîtîkayên tekparêz û nîjadperest a dewleta Tirk Komkujiya Gurgumê pêk anî. Faşîzma AKP-MHP’ê bi kevneşopiyên Osmaniyan, li hemberî hemû kesên ne Tirk-Îslam, li hemberî Kurdan, civaka Elewî û hemû bawerî û nasnameyan didomîne.

Di 28’ê Kanûna 2011’an de, balafirên şer ên Tirk bi fermana dîktator Erdogan 34 Kurdên sivîl ku piraniya wan ji zarokan pêk te, hatin qetilkirin. Komkujiyeke eşkere bû ku fermandarê kujer piştî qetlîamê ji aliyê dîktator Erdogan ve hat xelatkirin.

Komkujiya Roboskî, weke komkujiyek Kurd a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatî plankirin, ket dîrokê.

11 sal li ser komkujiyê re derbas bû. Berpirs nehatin darezandin. Li gel ku her tişt eşkere ye, hewl didin ser komkujiyê bigrin.

Heta ku Gurgum û Roboskî û bi dehan komkujiyên din ronî nebin, demokrasî pêk nayê.

Komkujî li ser girtiyên siyasî tên berdewamkirin. Li zindanên Tirkiyeyê li pey hev cenazeyên girtiyên siyasî derdikevin.

Li girtîgeha Îmraliyê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo didome. Li zindanên Tirkiyeyê zext, zilm û êşkenceyên li ser girtiyan bênavber dewam dike. Dewleta Tirk a faşîst û desthilatdariya wê ya AKP-MHP’ê zextên li ser girtiyên siyasî kûrtir dike.

Em KCDK-E Komkujiya Gurgum û Roboskiyê şermezar dikin û kesên ku şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku li hemberî polîtîkayên êrîşa topyekûn a faşîsta AKP-MHP’ê têkoşîn û berxwedana xwe geştir bikin. “