KCDK-E ji bo Cejna Remezanê daxuyanî da

KCDK-E’yê diyar kir ku ew hêvî dikin Cejna Remezanê di serî de ji bo gelê Kurd û hemû mirovahiyên bindest, bibe wesîleya azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê.

Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê (KCDK-E), di peyama xwe ya Cejna Remezanê de, diyar kir ku gelê Kurd bi salan e bi zilm û êrîşên dagirkeran re rû bi rû ye.

KCDK-E’yê, destnîşankir ku şer û pevçûn li Rojhilata Navîn zêde dibin û êrîş heta di cejnan de jî berdewam dikin û got, “Desthilatdarên ku ol, exlaq û qanûnan nas nakin û van hemûyan jî ji bo sûdwergirtina baweriyê bi kar tînin, li her çar parçeyên Kurdistanê li pêşiya aştiya di navbera gelan de astengiya herî mezin e.”

KCDK-E’yê, destnîşankirin ku gelê Kurd her tim alîgirê aştî û hevgirtinê ye û got, “Bi wesîleya Cejna Remezanê em bawer dikin ku gelê me dê bi parastina van nirxan bêtir li hev bicivin. Piştevaniya madî û manewî ya ku dê bi serdanên Cejna Remezanê mezin bibe dê yekîtiya me ya neteweyî jî xurt bike. Berpirsyariya me ya kolektîf e ku em piştgiriyê bidin hemû hewcedarên ku di bin şert û mercên zehmet de li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Mexmûr, Şehba, Kobanê û Şengalê têdikoşin û ruhê hevpariyê xurt bikin.”

KCDK-E’yê xwest ku Cejna Remezanê azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê bîne û ev bang kir, “Em bang dikin ku cejna Remezanê ku îsal rastî cejna Newrozê hatiye li seranserê cîhanê bi ruhê seferberiya girseyî pîroz bikin. Hêvî dikin ku Cejna Remezanê berxwedan û hêviya gelê me zêde bike û xurt bike...”