KCDK-E’yê bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da.
KCDK-E di daxuyaniya xwe de behsa komplo, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û di dawiyê de ev bang kiriye:
“Sazî, rewşenbîr, enternasyonalîst û ciwanên ku piştgirî didin demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê, meşa xwe ya dirêj a ji bo azadiya Rêber Ocalan ku di 6'ê Sibatê de bi dirûşmeya ''Ji Ocalan re Azadî! em bi israr in' dabûn destpêkirin, wê bi tevlîbûna meş û mîtînga 12'ê Sibatê ya li Strasboûrgê bê lidarxistin, bidomînin.
Di 12’ê Sibatê de wê li Strasboûrgê bi tevlêbûna ji Başûrê Almanya, Swîsre, Strasboûrg û Belçîkayê meş û mîtîngeke navendî bê lidarxistin. Her wiha wê li welat û eyaletên din ên Ewropayê jî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û daxwaza azadiya Rêber Apo meş û mîtîng bên lidarxistin.
Weke KCDK-E em di serî de gelê Kurdistanê, bang li rewşenbîr, hunermend, ekolojîst, parêzvanên mafên jinan û her kesê ku alîgirê azadî û wekheviyê ye dikin ku bi çalakiyên cuda û afirîner tevlî çalakiyên ku wê li Strasboûrg û hemû welatan di 12ê Sibatê de bên lidarxistin.