KCDK-E: Bila sala 2022’an bibe sala Kurdistan û Rêbertiya azad

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo sala nû peyamek weşand û got “Bila sala 2022’an bibe sala Kurdistana azad û Rêbertiya azad.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên Kurdistanê û li hemû mirovayetiyê pîroz kir.

Di peyama KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di sala 2021’an de dewleta Tirk li hemberî hemû nirxên gelê Kurd di asta herî bilind de konsepta tunekirinê xiste meriyetê. Vê konsepta îmhakirinê li hemberî hemû nirxên me hate kirin û tecrîda li ser Rêber Apo di serî de hemû metodên êrişê hatin kirin.

Êrişî Mexmûr û Şengalê hatine kirin ku ev der di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye. Dewleta Tirk a dagirker êrişên dagirker li hemû Kurdistanê domandiye. Helwesta hikumeta Iraqê ya ku meşrûiyet daye van êrişan û hevkariya PDK’ê rê li ber rejîma dewleta Tirk a faşîst vekiriye û çekên kîmyewî jî di nav de her cure metodên şer bi kar aniye. Ligel ev êrişên kîmyewî yên li ser qadên gerîlayan, zarokên gelê Kurd bi rûmeta xwe li ber xwe dane û xwedî li axa xwe derketine.

Yek ji destkeftiya sereke ya sala 2021’an jî ev e ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her dera dinyayê gihiştiye asa herî bilind. Gelek zanyar, rojnameger û sendîkavanan bi deklarasyona xwe qala rol û fikrên Rêber Apo kirine.

Em hêvîdar in sala 2022’an gelê  Kurdistanê di serî de ji bo hemû gelan bibe wesîleya wekhevî, azadî û edaletê."