KCDK-E: AKP'ê fermana kuştina Kurd û muxalîfên li Elmanyayê da
KCDK-E'yê got, "Desthilatdariya faşîst a AKP'ê fermana kuştina Kurdan û muxalîfên li Elmanyayê da."
KCDK-E'yê got, "Desthilatdariya faşîst a AKP'ê fermana kuştina Kurdan û muxalîfên li Elmanyayê da."
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û got, dîktator Erdogan bi rêya parlamenterê AKP'ê Mûstafa Açikgoz bi rengekî eşkere gef li Kurdan û muxalîfên li Elmanyayê xwariye.
KCDK-E'yê got, "Açikgoz li bajarê Neuss ê Elmanyayê li civînekê fermana kuştinê da. Mûstafa Açikgoz di civînê de silavên Erdogan ragihand, lewma bi agahdariya wî hatiye. Ji axaftina wî tê fêhmkirin ku fermana kuştina Kurdan û muxalîfan ji Erdogan wergirtiye."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikumetên Elmanyayê beriya niha di dozên têkildarî çete û ajanên dewleta Tirk ên li Elmanyayê de hiqûq bi cih neaniye, lewma îro Mûstafa Açikgoz bi eşkere bi navê Erdogan fermana kuştina Kurdan û muxalîfan dide.
KCDK-E'yê got, "Hikumeta Elman ji ber ku berpirsyariya xwe bi cih nîne, dîktator Erdogan bi rengekî eşkere bi rêya çeteyên xwe fermana kuştinê dide."
Di daxuyaniyê de Komkujiya Parîsê hate bibîrxistin û hate gotin, "Hikumetên ku li hemberî vê yekê tedbîran wernagirin, rê li ber komkujiya Kurdan li Ewropayê vedikin û cesaretê didin dewleta Tirk."
Di daxuyaniyê de bang li raya giştî, demokrat û saziyên pêşverû û hikumeta Elmanyayê dikin, ku dawî li bêdengiya xwe bînin, wezîfeyên xwe bi cih bînin, ji bo pêşî li kuştina Kurdan û muxalîfan bigirin bikevin nava liv û tevgerê.
Eger gefên bi rengekî eşkere têne xwarin neyên astengkirin, ji provokasyon an jî êrîşên li dijî Kurdan û muxalîfan ên li Elmanyayê wê hikumet berpirsyar be. Ji bo pêşîgirtina li provokasyon û gefên êrîşê yên gengaz em bang li hikumetê û saziyên pêwendîdar dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Bi taybetî em bang li çapemenî û raya giştî ya Elman dikin ku têkildarî rêxistiniya sîxur a dewleta Tirk a li mizgeft û saziyên wan ên parawan hişyar û baldar bin, ji bo pêşî li komkujiyên mîna yên li Parîsê bigirin, bikevin nava liv û tevgerê."