KCDK-E: 1’ê Îlonê bi coşiyekê em derkevin meydanan
Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E têkilî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û bang kir ku her kes bi coşiyekê xwe berde meydanan.
Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E têkilî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û bang kir ku her kes bi coşiyekê xwe berde meydanan.
Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E’yê bang kir ku 1’ê Îlonê bi meşan berxwedan were geşkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Dewleta AKP-MHP’ê ya qirker ku bi darbeya qeyûm şaredarî desteser kiriye, bi darê zorê dixwaze rayeya hilbijêran ku vîna gelê me ne, ji dest wan bistînin’’, bi domdarî diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê li bara têkoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokrasiye ketiye zorê, bloka faşîst ji hev difeşkile, ji ber vê bi şêtbûnekê êrîşkariya xwe zêde dike, bi vê êrîşa xwe ya li ser Kurdan û demokrasiye, bi geşkirina şer dixwaze ser qelsiya xwe binixumîne.
KCDK-E’yê êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û got, ‘’Di mîtîngên 1’ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê de li dijî darbeya qeyûm ji bo ku em daxwazên xwe yên mafdar bibêjin, xwe berdin meydanan û li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.’’
KCDK-E’yê got, ‘’Em bang li gelê xwe, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, jin, ciwan û hemû muxalîfan dikin ku li her qada ku lê ne derkevin meydanan û têbikoşin’’ û got, ‘’Em li rûmet û vîna xwe xwedî derkevin, em derkevin qadên têkoşînê û bibin hêz.’’