Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî êrîşên li ser Şengalê û Mexmûrê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Erdogan û desthilatdariya wî bi êrîşên xwe yên dema dawî yên li ser Şengal û Mexmûrê rûyê xwe yê rast careke din nîşan da.
Di daxuyaniyê de işaret bi zexta hikumeta navendî ya Iraqê ya ji bo dorpêçkirina wargeha Mexmûrê hate kirin û hate destnîşankirin ku li pişt vê zextê Erdogan û hevkarên wî yên herêmî hene.
Koordînasyonê bi bîr xist ku kampa Mexmûrê di bin parastina Komîteya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî de ye û got, "Hewl tê dayin ku kampa Mexmûrê bikin mîna girtîgeheke servekirî. Ev yek jî nîşan dide ku Neteweyên Yekbûyî di asta herêmî de ketiye bin bandora hêzên talanker û êrîşkar."
Di dewama daxuyaniyê de, êrîşên li ser civaka Êzidî, hewldana bicihkirina alîgirên DAÎŞ'ê li Şengalê hatin bibîrxistin û hate gotin, kiryarên vê dema dawiyê ji bo wê yekê ne ku civaka Êzidî bi temamî li herêmê bê tunekirin.
KCÊ-E'yê diyar kir ku di êrîşa 23'ê Gulana 2023'an de ya dewleta Tirk a faşîst li ser Şengalê kir, sivîlê bi navê Seîd Eşur jiyana xwe ji dest da, sivîlek jî birîndar bû.
Koordînasyonê diyar kir ku Erdogan û derdora wî nikare xwe li xweserî û xweparastina Êzidiyan a li Şengalê rabigire, lewma êrîş dike û işaret bi bêdengiya Neteweyên Yekbûyî kir:
"Neteweyên Yekbûyî ku qirkirina Êzidiyan nas kiriye, her wiha gelek dewletên rojavayî yên qirkirin nas kirine, di vê mijarê de bêdeng in. Ev bêdengî qet nayê qebûlkirin. Divê dawî li vê bêdengî û durûtiyê bê anîn, nerazîbûna pêwîst bê nîşandan û tedbîr bêne wergirtin. Naxwe ji encamên êrîşan wê bi xwe berpirsyar bin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel, raya giştî û bi taybetî jî civaka Êzidî hate kirin ku bala xwe li ser van êrîşan bin û nerazîbûna demokratîk nîşan bidin.