KCÊ-E: Divê em li ser sindoqan faşîzma Erdogan têk bibin
KCÊ-E têkildarî hilbijartinên serokkomariyê yên tûra duyemîn daxuyaniyek nivîskî da û got: “Divê em li ser sindoqan faşîzma Erdogan û tifaqa wî têk bibin.”
KCÊ-E têkildarî hilbijartinên serokkomariyê yên tûra duyemîn daxuyaniyek nivîskî da û got: “Divê em li ser sindoqan faşîzma Erdogan û tifaqa wî têk bibin.”
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî hilbijartinên serokkomariyê ku ji tûra duyemîn re ma, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya KCÊ-E’yê wiha ye:
“Wekî ku di encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê de hat xuyakirin, bi rêxistinî, ked û fedakariya gelê Kurd, xurtbûna desthilatdariya faşîst ya Erdogan, hat astengkirin û hişt ku hilbijartina serokkomartiyê ji tûra duyem re bimîne.
Ev yek diyar dike ku di hilbijartina 28’ê Gulanê de, tevî demokratên Tirkiyê re Kurd, wê tûra duyem de, faşîzma Erdogan û tifaqa wî, têk bibe. Ev hilbijartin, ne hilbijartineke ji rêzê ye. Ev hilbijartin, hilbijartineke dîrokî ye û her wiha encamên vê hilbijartinê, bandora xwe wê li Tirkiyê, Kurdistanê û tevahî herêmê bike. Divê baş were zanîn, ev hilbijartin ji bo me ji aliyê stratejîk ve pir girîng e û wê siberoja van deveran diyar bike. Lewma, ev ne hilbijartineke di navbera du kesan de ye, ev hilbijartin, têkbirina faşîzm û dîktatoriyê ye.
Ji desthilatdariya Erdoganê faşîst ya 21 salan ku qetlîam, êrîş, zext û zoriyên li dijî gelan, taybetî li dijî Kurdan, Êzidiyan, pêkhate û kesên demokratî û azadîxwaz, diyar e ku wê siberoj çawa be. Em dikarin bibêjin ku êrîşên faşîzma Erdogan ya li ser Şengalê û civaka Êzidî, nîşaneya vê yekê ye. Ji ber vê ye ku hewce ye em herin ser sindoqan û bi dengên xwe, pêşiya vê faşîzmê bibirin û em rê nedin berdewamiya dîktatoriya şefê faşîst Erdogan û em vê yekê aşkere bikin ku dengdayîna me, hewcedariyeke teqez e. Bila kes bêhêvî nebe ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, tevî hemû astengiyan, zor û zextan, gelê Kurd û yên demokrat û azadîxwaz, rêjeyeke pir bilind, tûra yekem de dengê xwe dan. Ev yek dide nîşan ku Erdogan têk çûye û ji bo tûra duyem têkbirina wî hêsantir e. Bila kes nebêje bi dengê min tiştek naguhere, ev yek xapandin e û kêrî Erdogan tê. Her wiha ev yek rastî ye ku kesê dengê xwe bi kar neyîne, tê wê wateyê ku ne rasterast be jî piştgiriyê dide berdewamiya desthilatî, statuko û faşîzma Erdogan. Her wiha, bikarneanîna dengan, wê bibe erêkirina kuştin, girtin û berdewamiya girtiyên siyasî yên di zindanan de. Wê bibe piştgiriya êrîşên li ser Şengalê. Ev yek aşkere ye ku bi têkbirina Erdogan, wê Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê, bêhnê bistîne. Ev xwînxwarî û dîktatoriya Erdogan, ti jiyan ji Kurdan re û demokrat û azadîxwazan re nehiştiye. Ev hilbijartin, çarenûsa Kurdan dê diyar bike. Lewma bi vê hişmendî û ruhê seferberiyê, bangawaziya me ji bo hemû gelan, taybetî ji bo civaka Êzdî yên li Ewropayê ye ku navbera 20 û 24’ê Gulanê herin ser sindoqan û li dijî faşîzma Erdogan, dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.”