Katî Pîrî: Divê Tirkiye ji sûcê şer berpirs were dîtin

Parlamentera Ewropayê ya Hollandî a sosyalîst Katî Pîrî got divê dewleta Tirk ji sûcê şer ê li dijî Kurdan berpirs were dîtin.

Katî Pîrî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: ''Tirkyie ji sûcê şer ê li dijî Kurdan divê berpirs were dîtin. Avêtine fosfora spî ne tenê kambax e, her wiha li gorî hiqûqa navnetewî qedexe ye jî.''