Karlsruhe xwe ji meşa Rojava re amade dike

Li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê wê 7’ê Sibatê roja Şemiyê bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava û naskirina statuya navneteweyî ya Rojava meşeke mezin were lidarxistin.

Çalakî wê di pêşengtiya FED-GEL’ê de were lidarxistin, wê di saet 13.00’an de li Marktplatzê dest pê bike û bi daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya Dadgeha Federal a Elmanyayê bi dawî bibe.

Organîzator armanc dikin ku balê bikşînin ser parastina avaniya xweser a demokratîk ya li Rojava û raya giştî ya navneteweyî seferber bikin.

Di heman demê de wê di çalakiyê de darizandina gelek siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ya girêdayî xala 129’emîn a Kanûna Cezayê Elmanyayê jî were protestokirin.

Her wiha di daxuyaniyên ku li pêşiya Dadgeha Federal werin dayîn de wê daxwazên weke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, naskirina statuya Rojava ya siyasî û hiqûqî û bidawîkirina krîmînalîzekirina saziyên Kurdan werin kirin.

Organîzatoran bang li hemû rêxistinên demokratîk û aşitîxwazan kir ku beşdarî meşa ku wê di 7’ê Sibatê de li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê were lidarxistin, bibin.