BI DÎMEN

'Jin, Jiyan, Azadî perspektîfa azadiyê û pêşniyara modeleke civakî ye'

Akademîsyen Dr. Mechthild Exo, Dr. Nicholas Matheou û Dr. Amber Huff diyar kirin ku 'Jin, Jiyan, Azadî' ji dirûşmekê wêdetir li dijî patriyarkayê analîzeke bingehîn û avakirina civaka demokratîk pêşniyar dike.

JIN, JIYAN, AZADÎ

Dr. Mechthild Exo, Dr. Nicholas Matheou ve Dr. Amber Huff ên li zanîngehên cuda yên Ewropayê wezîfeyê dikin, wateya dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Ewropayê û naveroka polîtîk a têgeha 'hêviyê' nirxandin. Akademîsyenan dirûşm ji bangeke şermezarkirinê wêdetir anîn ziman ku ev yek têkildarî têkiliyên serweriyê analîzeke kûr pêşkêş dike û işaretê bi modeleke civakî ya demokratîk dike.

Dr. Mechthild Exo, Dr. Nicholas Matheou ve Dr. Amber Huff ku li Zanîngeha Humboldt a Berlînê beşdarî semînera "Ber bi Sosyolojiya Azadiyê ve" bûn, bersiv dan pirsên ANF'ê.

'BANG DIKE KU LI CIHÊ LÊ HATIYE WINDAKIRIN LI AZADIYÊ BIFIKIRE'

Dr. Mechthild Exo ku li Zanîngeha Zanistên Bicihanînê ya Emden/Leer a Elmanyayê li Beşa Tenduristî û Xizmetên Civakî hîndekariyê dike, diyar kir ku 'Jin, Jiyan, Azadî' tenê dirûşmeke çaakiyê nîne, ev yek di heman demê de perspektîfekê pêşkêş dike ku divê mirov têkiliyên civakî çawa binirxînin.

Li gorî Dr. Exo 'Jin, Jiyan, Azadî' balê dikişîne ser koka dîrokî ya têkiliyên zext û serweriyê, yanî işaretê bi mêtingehkirina jinan û hiyerarşiya navbera zayendan dike. Exo ragihand ku serîtewandina li jinan şêweyê destpêkê yê zextê ye û diyar kir ku zexta dewletê, mêtingeriya kapîtalîst û nijadperestî li ser vê bingehê ava bûn.

Exo got, "Eger em li azadiyê difikirin divê em ji cihê ku me lê winda kiriye destpê bikin" û ragihand ku tundiya baviksalariyê îro hemû têkiliyên civakî diyar dike. Anî ziman ku ji ber vê yekê dirûşm şêweyê nirxandina mercên civakî û rê û rêbazên avakirina perspektîfa azadiyê radixe pêş çavan.

Exo diyar kir ku perspektîfa demokratîkbûn û têkoşîna bêçek divê bi kûrahiya xwe ya radîkal dewam bike û ragihand ku bi taybetî di pêvajoyên aştiyê de divê rêxistinên jinan bi rola navendî rabin.

'EV DIRÛŞŞM JI BO TEVAHIYA MIROVAHIYÊ DERBASDAR E'

Ji Zanîngeha Edinburgê Dr. Nicholas Matheou jî destnîşan kir ku 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê li cografya Kurdan bi wate ye.

Dr. Matheou bi bîr xist ku patriyarka Ewropa û Emerîka jî di nav de di asta navneteweyî de bi bandor e.

Matheou ji perspektîfeke Marksîst-femînîst nirxandin kir û diyar kir ku pêvajoyên hilberînê ne tenê li febrîqeyan e, li nava mala karker û jiyanê tê hilberîn. Matheou pirsa "Jiyan li ku û ji aliyê kê ve tê hilberandin?" pirsî û diyar kir ku mal û keda lênihêrînê weke ya jinê tê pênasekirin û ev yek jî ji aliyê rêveçûna sîstema kapîtalîst ve xwedî roleke esasî ye.

Dr. Nicholas Matheou destnîşan kir ku "Jin, Jiyan, Azadî" ji vê wêdetir e û got, nêzîkatiyeke gelekî xurt e ku azadiya jinê ya ku jiyanê diafirîne û diparêze weke nuqteya destpêkê bê dîtin.

Dr. Nicholas Matheou anî ziman ku cihgirtina jinan a li navenda berxwedanê û rêxistiniyê dike ku ferzkirina zextê li ser civakê zehmet bibe û got, "Ev dirûşm êdî ne tenê ji bo Kurdistan an jî Rojhilata Navîn, divê ji bo tevahiya mirovahiyê bê bilindkirin."

'HÊVIYA RASTEQÎN DI NAVA HÊZA PARASTINA HEV DE YE'

Ji Enstîtuya Karên Pêşvebirinê ya Zanîngeha Sussexê Dr. Amber Huff jî têgeha 'hêviyê' weke kategoriyeke polîtîk nirxand.

Huff anî ziman ku cîhana Rojava hêviyê gelek caran weke 'Hêza ku me rizgar bike yan jî bendewariya hikumetê' dinirxîne û destnîşan kir ku ew feraseteke hêviyê ya hîn radîkal dipejirîne û ev yek jî ew hêvî ye ku mirov bi hev vre dibîne.

Huff got, "Em nikarin xwe bi tena serê xwe biparêzin. Divê em hev biparêzin" û diyar kir ku hêvî di kapasîteya piştevaniyê ya civakên têkoşer de ye.

Amber Huff got, "Hêvî me digihîne asoyê, digihîne paşerojê."