Ji wekîlên Danîmarkî re pirtûkên Abdullah Ocalan hatin şandin
Federasyona Komeleyên Kurd a Danîmarkayê (FEY-KURD) ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê pirtûkên Abdullah Ocalan ji parlamenterên Danîmarkî re şand.
Federasyona Komeleyên Kurd a Danîmarkayê (FEY-KURD) ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê pirtûkên Abdullah Ocalan ji parlamenterên Danîmarkî re şand.
FEY-KURD’ê di salvegera 23’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komek pirtûkên Abdullah Ocalan ên li ser jiyan, dîrok, civak, çand û siyasetê ji wekîlên Danîmarkayê re şand.
FEY-KURD’ê tevî pirtûkan 68 jin ji 179 wekîlan re jî name şand.
Di nameyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Civaka Kurdan yek ji van civakan e ku li vî welatî dijî û em bawer in wê pirtûk ji bo danûstendina di navbera civakan de bibe alîkar. Fêmkirin û danûstendin wê piştgiriya hurmetê bike.”
Di nameyê de hate gotin ku “Abdullah Ocalan di 23 salên di bin tecrîdeke giran de li Girava Îmraliyê bi dehan pirtûk nivîsand. Bev pirtûk ji aliyê weşanên cihê bi Îngilîzî, Elmanî, Îtalyanî, Fransî û Îspanyolî hatine wergerandin û weşandin.”
Di nameyê de derbarê pirtûkan agahiyên kurt hatin dayîn û hate xwestin bila wekîl derbarê pirtûkan jî fikra xwe bibêjin.”