Ji Rêxistina Efûyê Ûhlmannsîek: Çalakiya li dijî Fîncanci kêfî û siyasî ye
Janîne Ûhlmannsîek diyar kir ku çalakiya li dijî Serokê Konseya Navendî ya TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanci kêfî û siyasî ye.
Janîne Ûhlmannsîek diyar kir ku çalakiya li dijî Serokê Konseya Navendî ya TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanci kêfî û siyasî ye.
Parêzvana mafên mirovan Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ku ji bo lêkolîna êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên berpêyî qadên gerîla, daxuyanî da, hat girtin. Jannîe Ûhlmannsîek a pispora Ewropayê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Elmanyayê, îşaret pê kir ku piştî serdana li Elmanyayê bi çend rojan, Fîncanci li Tirkiyeyê hatiye destgîrkirin û bang kir ku Fîncanci beyî şert û merc demildest bê berdan.
Janîne Ûhlmannsîek ev tişt gotin:
“Pêkanîna li dijî Şebnem Korûr Fîncanci bi kêfî û armanceke siyasî ye. Ji ber bi awayekê aştiyane fikira xwe got, zilm lê tê dibe. Şebbem Korûr Fîncanci, hefteya çûyî wek vexwendiyeke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat Berlînê û bi wêrekî û pisporiya xwe ya wek parêzkereke mafên mirovan û pispora tiba edlî, bandor li hemûyan kir. Banga Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ew e ku Şebnem Korûr Fîncanci bê şert û merc demildest bê berdan. Hikûmeta Elman jî di nav de, ji bo bidawîbûna taciza qanûnî ya berpêyî Şebnem Korûr Fîncanciyê, divê fealiyetên lobiyê li gel hikûmeta Tirk werin kirin. Meqamên Tirk, bi gotinên nediyar bi awayekê sîstematîk, serî li mijareya têkoşîna bi têrorê re didin û kesên rexnegir yên welêt ditepisînin.“