Komîna Jinan a Zînê li Strasbourgê standa agahdarkirinê vekir

Komîna Jinan a Zînê, li qada Place Kléber a ku navenda Strasbourgê ye standek vekir û bal kişand ser rewşa dawî ya li Rojava.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, çalakiyên piştevanî û agahdarkirinê yên ji bo Rojava didomin. Di nava rojê de li Place Kléberê ku yek ji xalên herî navendî yên bajêr e, ji aliyê Komîna Jinan a Zînê ve standeke agahdarkirinê hate vekirin.

Di standa ku li qadê hate avakirin de alên YPJ û YPG’ê cih girtin. Her wiha wêneyên ku êrîş û sûcên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên li dijî gelê Kurd li Rojava belge dikin; wêranî û binpêkirinên mafan ên li ser sivîlan nîşan didin, hatin pêşandan.

Di xebata girseyî ya ku tevahiya rojê dom kir de, aktîvîstan modela jiyana azadîxwaziya jinê, ekolojîk û azadiya baweriyan a ku li Rojava hatî avakirin, ji gelê Strasbourgê û kesên ji qadê derbas dibûn re vegotin. Broşurên hatine amadekirin hatin belavkirin û bi hevdîtinên rûbirû rewşa dawî ya herêmê hate ragihandin.

Di agahdarkirinên li standê de hat bi bîr xistin ku Kobanê li dijî DAIŞ’ê bûye sembola berxwedanê ya gerdûnî. Hate diyarkirin ku bajarê ku di salên 2014–2015’an de bi pêşengiya jinên Kurd û gel bi berdêlên giran hat parastin, îro dîsa di bin dorpêçê de ye. Aktîvîstan bal kişand ser wê yekê ku jinên Kurd û gelê ku wê demê li dijî DAIŞ'ê mil bi mil şer kirin, îro ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi tenê hatine hiştin.

Her wiha hate destnîşankirin ku dorpêça li ser Kobanê berdewam dike, gihîştina derman û xurekên bingehîn roj bi roj xirabtir dibe, xizmetên tendurustiyê kêm dimînin û sivîl bi rîska krîzeke giran a mirovî re rû bi rû ne.

Endamên Komîna Jinan a Zînê anîn ziman ku modela civakî ya li Rojava li ser esasê azadiya jinê, wekheviya gelan û lihevkirina bi xwezayê re hatî avakirin, lê belê ev model bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî tê hedefgirtin.

Aktîvîstan bang li gelên Ewropayê û hemû kesên alîgirê jiyaneke wekhev, azad û ekolojîk in kir ku bi awayekî çalak piştgiriyê bidin çalakiyên piştevaniya Rojava.

14'Ê SIBATÊ BANGA MEŞA "JI RÊBER APO RE AZADÎ", JI ROJAVA RE STATÛ HATE KIRIN"

Ji aliyê din ve, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Strasbourgê ragihand ku xebatên piştevaniyê wê di rojên pêş de bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê berdewam bikin. NCDK-Strasbourg, her wiha di çarçoveya salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî de, bang li hemû gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ku bi beşdariyeke xurt tevlî meşa girseyî ya 14’ê Sibatê bibin ku bi şîara "Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re statû" li bajêr bê li dar xistin.

NCDK’ê destnîşan kir ku ev meş hem ji bo mezinkirina piştevaniya bi Rojava re û hem jî ji bo nîşandana helwesteke hevpar a li dijî polîtîkayên zextê yên li ser gelê Kurd, xwedî girîngiyeke krîtîk e.