Ji 9'ê Cotmehê, dema ku êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Rojava dest pê kirî û vir ve hema hema her roj li hemû bajarên Elmanyayê û navçe û bajarokên wê jî çalakî têne kirin. Piştî ku çalakî dibine girseyî û domdar bûn komên nîjatperest ên AKP-MHP'ê jî ketin fikaran.
Di xwepêşendanan de yên ji duh û vir ve provakasyon û êrîşên faşîstên NTirk zêde bûne. Nexasim piştî hewldanên provakasyon û bûyerên tundiyê yên li bajarên Herne, Bottrop û Bîelefeldê yên li Eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) Wezareta Navxwe daxuyanî da.
Rayedarên Wezareta Navxwe ji WDR'ê re axivîn û diyar kirin li gorî agahiyên saziya îstîxbarata navxwe Teşkîlata Paratina Destûrê dema xwepêşandanên Kurdan komên 'ulkucu' provakasyonan dikin. Di daxuyaniyê de li ser komên 'ulkucî' îstîxbarata Elman got, dijminê ''Kurd, Ermen, Yahudî û Yewnan'' in û hewl didin ku ev komên ulkucî bi rengekî spontane li hev kom bibin û bi dij xwepêşandanan provakasyonan bikin.
Ev hişyarî balkêş e ku beriya meşa Navendî ya Şemiyê ya li Kolnê ye ku bi banga Platforma Defend Rojava wê were kirin. Meş ji du aliyan ve wê were kirin û tê payin ji gelek bajarên Elmanyayê bi deh hezaran kes tevlî meşê bibin.