Ji enternasyonalîstan li 15 welatan 51 çalakiyên piştevaniyê

Li gelek welatên ku ji Amerîkaya Latînî heta Ewropayê, ciwan û jin li dijî êrişên li ser Rojava daketin qadan. Di dema ku peyamên piştevaniyê ji bo YPJ û berxwedana gelê Kurd dihatin dayîn, pîşesaziya çekan û sûcdariya dewletan hatin protesto kirin.

BREZİLYA:

Li São Paulo’yê civînek hat li dar xistin ku tê de ciwanan girîngiya şoreşa Rojava ji bo têkoşînên xwe nîqaş kirin. Di heman demê de rêxistineke jinan a bi navê Colectivo Junta, silavên piştevaniyê ji bo şervanên YPJ’ê û berxwedana gelê Kurd a li Rojava şandin.

KOLOMBİYA

Li paytext Bogotayê ji bo hişyariya derbarê êrîşên ku li ser Rojava berdewam dikin, çalakiyeke wêneyan hate li dar xistin.

Kolombiya, Meksîka, Şîlî, Brezîlya, Paraguay: Jinên ji Bogota (Kolombiya), Morelia û Oaxaca (Meksîka), Santiago û Antofagasta (Şîlî) ligel Paraguay û Brezîlyayê, ji bo nîşandana piştevaniya xwe ya bi şervanên YPJ’ê re çalakiya hûnandina poran li dar xistin.

ELMANYA

Bi armanca piştevaniya li dijî êrîşên li ser qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kasselê li ber îstasyona trênê ya navendî, ala Rojava li ser berz-avahiyeke 25 metre bilind hat hildan. Aktivîst dibêjin, “Modela civakî ya Kurd ji bo me hemûyan alternatîfeke hêvîdar e” û hikûmeta Elman û DYA’yê sûcdar dikin ku ji bo berfirehkirina hêza xwe ya jeopolîtîk a li Rojhilata Navîn, bi awayekî çalak piştgirî didin komkujiyên heyî yên li ser gelê Kurd. Li Berlînê ciwanan ji bo agahdarkirina gel a li ser rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo banga çalakiyên bêtir, belavokên ku teksteke kurt tê de hebû belav kirin. Li Frankfurtê nîşandana vîdyoyekê hate li dar xistin û bi gel re li ser Şoreşa Rojava û bi taybetî li ser dorpêç û êrîşên li ser Kobanê nîqaş hatin kirin. Li Leipzig, Bonn û Berlînê li dijî ofîsên CDU û SPD’ê ku piştgiriya çalak didin lîderê HTŞ’ê Colanî yê ku xwe weke serokkomarê demkî yê Sûriyeyê îlan kiriye û hikûmet ava kiriye, sê çalakî hatin kirin. Enî û pencereyên avahiyan bi rengên Rojava yên zer, sor û kesk hatin nîşankirin, mifteyên deriyan bi süper zeliqokan hatin xirab kirin. Her wisa dirûşmên “Bijî Rojava” û “Rojava biparêze” hatin nivîsandin.

SWÎSRE

Ciwanên ji Zurihê, dîwarên Konsolosxaneya DYA û Konsolosxaneya Fexrî ya Elmanyayê boyax kirin.

BRÎTANYA

 Rêxistina “Food Not Bombs” (Xwarin, ne bombe) ji bo balê bikşîne ser êrîşên li ser Rojava, li Gallerê standek danî; xwarin û gulên ku peyama têkoşîna gelê Kurd didin, li gel belav kirin. Ciwanan ji bo protestokirina rola Tirkiyeyê ya di şerê li dijî gelê Rojava de, li pêşiya Balyozxaneya Tirk a li Manchesterê çalakiyek lidar xistin.

BASK

Ciwanan li Taxa Azad a Errekaleorê çalakiyên cuda pêk anîn.

ÎTALYA

Ciwanan li Torînoyê bi çend muzîkjenan re li hev civiyan û stranên ku piştgirî didin Şoreşa Rojava gotin.

Her wiha ji bo balê bikşînin ser rewşa heyî ya Rojava; li Almanya, Swîsre, Brîtanya û Fransayê çalakiyên bi spreyê hatin li dar xistin.

Almanya, Swîsre, Spanya, Îtalya û Îngilîstan: Li bajarên Berlîn, Hannover û Villingen (Elmanya), Bern (Swîsre), Bologna (Îtalya), Manchester (Îngilîstan) û Valencia û Mallorca (Spanya) çalakiyên afîşan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama “Parastina Rojava, parastina jiyana azad û têkoşîna hemû gelên cîhanê ye” hate dayîn.

Ciwanan ji bo piştevaniya şoreşa Rojava, li Aachen (Elmanya) û Rimini (Îtalya) du çalakiyên wêneyan lidar xistin.

Almanya, Polonya, Fransa û Spanya: Li bajarên Berlîn û Dortmund (Elmanya), Wroclaw û Jaworyno (Polonya), Badajoz (Spanya) û Narbonne (Fransa) peyamên piştevaniyê ji bo gelê Rojava hatin şandin.

Portekîz, Spanya û Îtalya: Li bajarên Coimbra (Portekîz), Valencia û Oviedo (Spanya) û Milano (Îtalya), ji bo agahdarkirina derbarê êrîşên li ser gelê Rojava, civîn hatin li dar xistin.