Ji bo bavê Huseyîn Çelebî ku damezrênerê Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanî (YXK) ye, welatparêzê Kurd Rifat Çelebî li Nurnbergê merasîm hat lidarxistin.
-
Huseyîn Çelebî roja 21’ê Gulanê li nexweşxaneya Nurnberg Hallerwîese ku tedawî lê didît, di temenê xwe yê 87 saliyê de jiyana xwe ji dest da. Cenaze ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin û anîn Mala Gel a Medyayê ku wê merasîm lê were kirin. Hevserokê FED-GEL’ê Saît Ozturk, Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut, Partîzan, MLKP, ATÎF, Partiya Çep a Elman, nûnerên Xeta-Sor û gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî merasîmê bûn. Li Mala Gel a Medyayê Ji aliyê Pîr Alî Ballî ve dua hatin kirin, li gorî baweriya Elewiyan merasîm hat lidarxistin.
Piştre gelek nûnerên saziyan û hevalên Rifat Çelebî yek bi yek axivîn.
Hevserokê FED-GEL’ê Saît Ozturk diyar kir ku Rifat Çelebî şopdar, kedkar û mîlîtanê têkoşîna azadiyê ya Kurd bû û got: “Pir ji Serok Apo hez dikir. Mîlîtanekî Tevgera me bû. Wî rêya me ronî kir. Ji me re wisan digot, ‘Ez 86 salî me û ez ê ji bo têkoşîna xwe ya azadiyê hetanî goristanê ked bidim, li ber xwe bidim û têbikoşim. Hetanî goristanê ez ê di vê têkoşînê de cih bigirim. Ez ê deynê xwe bidim. Hûn jî xwedî li têkoşîn, berxwedan, ziman û çanda xwe derbikevin’.”
Heveroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut jî ev tişt got: “Em êşek mezin dikêşin. Ji bo civakek azad bi salan her cure ked û fedakarî kir. Her cure zilma dewlet û desthilatdaran dît û bû şahid. Em car din, soz didin şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê û apê Rifat, em ê ji bo serkeftina têkoşîna azadiyê bi hêza xwe hemûyê bixebitin.”
Piştre nûnerên Partîzan, MLKP, Partiya Çep a Elmanyayê û ATÎF’ê, hevalê wî yê têkoşînê yê Elman Rûdolf, kedkarê TEV-ÇAND’ê û yek ji hevalên wî Amele û gelek hevalên wî yên din ên têkoşînê, mafê axaftinê girtin.
Di merasîmê de piştre loqme hatin belavkirin. Piştî axaftinan cenazeyê Rifat Çelebî birin Cemxaneya Nurnbergê û li vir jî merasîma cenaze hat lidarxistin.
Cenazeyê Rifat Çelebî wê bibin Kurdistanê û cenaze wê li gundê wî bê veşartin.