Ji bo Newroza li Frankfurtê bang: Bi ruhê yekîtiya neteweyî em tevlî Newrozê bibin

Hevserokên KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Franfurtê ya 21'ê Adarê banga tevlîbûna bi ruhê yekîtiya neteweyî kirin.

BANGA KCDK-E YA JI BO NEWROZÊ

Newroz di serî de Rebstockpark a Frankfurtê wê di 21'ê Adarê de li Parîs, Zurîch û Berlînê, li gelek navendên girîng bê pîrozkirin.

Newroz îsal hem ji ber bûyerên li Rojava hem jî li Rojhilat wê ji bo Kurdan bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re" bê pêşwazîkirin.

Hevserokên KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever li ser girîngiya îsal a Newrozê, amadekarî û tevlîbûnê ji ANF'ê re axivîn.

Engîn Sever anî ziman ku dema ew bûyerên li Rojava û Rojhilat didin ber çavên xwe, girîngî û wateya Newroza îsal hîn bêhtir dibînin û êrişên ku di 6'ê Çileyê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin û berxwedana gelê Kurd mohra xwe li sala 2026'an xist.

Sever anî ziman ku berxwedanê li Kobanê, Hesekê, Qamişlo û seranserê Rojava dewam kir û diyar kir ku xeteriya li ser gelê Kurd hîn bi dawî nebûye, lewma heta naskirina statuyê bi biryar e ku têkoşîna xwe dewam bike.

Sever bi bîr xist ku di heman pêvajoyê de êrişên li ser Îranê destpê kirin û piştî 28'ê Sibatê li herêmê bûyerên girîng qewimîn. Sever destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo statuya xwe bide qebûlkirin li her qadê têkoşîna xwe mezin dike û di nava vê atmosferê de ew Newroza 2026'an pêşwazî dikin.

Sever diyar kir ku dirûşma îsal "Bi Rêberê azad statu ji Rojava re" ye û anî ziman ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re statu ji bo Rojava, daxwaza wan a bingehîn e. Sever her wiha got, ew Newrozê weke 'Newroza Yekîtî û Azadiyê' dibînin û li gelek deverên cîhanê pîrozbahî bêne lidarxistin, pîrozbahiya navendî ya Newrozê jî wê li Elmanyayê be.

Lewma bal kişand ser amadekariyên berfireh û destnîşan kir ku di Newrozê de wê bi ruhê berxwedana Rojava îsal peyamên yekîtiyê derkevin pêş. Sever ragihand ku li Ewropayê bi rêya komîteyan kar têne meşandin û got, ev Newroz wê ne tenê pîrozbahiyek be, di heman demê de bibe nîşaneya têkoşÎna parastina destketiyên Kurdan û qebûlkirina nasnameya wan li welatên lê dimînin.

Zubeyde Zumrut jî bi navê Komîteya AMadekar a Newroza 2026'an û KCDK-E'yê bang li Kurdên li Ewropayê kir. Zubeyde Zumrut diyar kir ku Newroz temsîla kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ye û ew Newroza 2026'an ji bo gel weke nuqteyeke werçerxê ya dîırokî dibînin.

Zubeyde Zumrut ragihand ku Newroz sembola berxwedanê ye û bernameyên xwe jî li ser bingeha vî ruhî wê pêk bînin. Zubeyde Zumrut diyar kir ku pîrozbahiya navendî ya li Elmanyayê wê li Frankfurtê bê lidarxistin û li bendê ne ku tevlîbûneke xurt di 21'ê Adarê de pêk were.

Hevseroka KCDK-E'yê bal kişand ser nifûsa xurt a Kurdan a li Elmanyayê û got, ew Newroza navendî ya li Frankfurtê bi berfirehî dinirxînin û bi avaniyên siyasî yên cuda re di nava hevdîtinan de ne. Zubeyde Zumrut diyar kir ku armanca wan avakirina ruhekî hevpar û mayindekirina vê yekê ye.

Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku pîrozbahiyên îsal wê bi ruhê "Yekîtiya Neteweyî" pêk were û bi gotina "Ev Newroz Newroza neteweyî ye" banga tevlîbûnê kir.