Ji bo meşa li başûrê Fransa banga tevlîbûnê
Kurdên li başûrê Fransa dijîn bi boneya salvegera 9'emîn Komkujiya Parîsê xwe ji bo meşa mezin amade dikin. Komîteya Amadekar a Meşê Gulê Varto anî ziman ku heta kujer werin diyarkirin wê li qadan bin.
Kurdên li başûrê Fransa dijîn bi boneya salvegera 9'emîn Komkujiya Parîsê xwe ji bo meşa mezin amade dikin. Komîteya Amadekar a Meşê Gulê Varto anî ziman ku heta kujer werin diyarkirin wê li qadan bin.
Sakîne Cansiz, ango Sara damezirînera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Fîdan Dogan ango Rojbîn, Nûnera KNK’ê ya Parîsê û Leyla Şaylemez ango Ronahî, Endama Tevgera Ciwanan a Ewropa , li Parîsê hatin qetilkirin. Di 9'emîn salvegera Komkujiya Parîsê de Kurd û dostên xwe li qadan in û wê li gelek welatên Ewropa meşên mezin werin organîzekirin.
Li bajarê Marsîlya û roja înê li Montpellier, Drauignan û Marignane meşên mezin wê werin lidarxistin.
Di pêşengtiya Navenda Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan wê roja înê di saet 13.00'an li qada Canabiere dest pê bike û heta qada Vieux Portê bidome.
Endama Komîteya Amadekar a Meşê Gulê Varto anî ziman ku rexmê 9 sal li ser komkujiyê re derbas bûn jî kujer û hevkarên wan nehatine diyarkirin û got: "Di çarçoveya amadekariyan de kolan bi kolan, tax bi tax em geriyane û me belavok û afîş hilawistine. Di heman demê de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd qûncika ji bo bîranîna şehîdan me amade kir."
Varto, bang li her kesê ku li başûrê Fransa dijî tevlî meşê bibin kir û got: "Heta kujer werin diyarkirin em ê timî li qadan bin. Em ê li ser rêya Sara, Rojbîn û Ronahiyê bimeşin."