Ji bo meşa dijî komploya navnetewî ya li Berlînê bangewazî hat kirin

Bi armanca banga tevlêbûna meşên ku wê li dijî komploya navnetewî yên li Berlînê bên lidarxistin, afîş hatin daliqandin û broşur hatin belavkirin.

Ji bo balê bikşînin ser meşa ku rojên În û Şemiyê li paytexta Almanyayê Berlîn wê bê lidarxistin, li navçeyên cuda yên bajêr afîş hatin daliqandin.

Ji bo tevlêbûna girseyî ya meşa ku wê di 11’ê Sibatê de ji Franz-Neûmann-Platz heta Alexanderplatz a Berlînê, di 12’ê Sibatê de jî ji Alexanderplatz heta Hermanplatzê wê bê lidarxistin, ciwanan li semtên wekî Frîedrîchshaîn, Hermanstrasse û Neûkolln afîş hatin daliqandin û broşurên banga ji bo meşê dikin belav kirin.