BI DÎMEN

Ji bo meşa Cenevreyê ya 7’ê Sibatê bang hat kirin

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, wê di 7’ê Sibatê de bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî- ji Kurdistanê re Statu” li Qada Plainpalais heta avahiya Neteweyên Yekbûyî meşekî girseyî were lidarxistin. Jinan banga tevlîbûna meşê kirin.

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, wê ji bo azadiya Rêber Apo û naskirina statuya siyasî ya Rojava, wê di 7’ê Sibatê de meşekî girseyî were lidarxistin. Meş wê di saet 12:00’an de, ji Qada Plainpalais heta Qada Neteweyên Yekbûyî dewam bike.

Têkildarî meşa ku wê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî- ji Kurdistanê re Statu” were lidarxistin, ji aliyê Komuna Jinan a Sema Yuce ya Cenevreyê û Aktivîstên Enternasyonal a Serhildan Rojava bang hate kirin.

Di bangê de îşaret bi êrîşên li ser têkoşîna azadiya gelê Kurd û pergala demokratîk a li Rojava hate kirin û hat diyarkirin ku divê raya giştî ya navneteweyî berpirsyariyê bigre. Her wiha di serî de Kurdistanî bang li hemû gelên dost û derdorên şoreşger û demokratîk hate kirin ku bi girseyî tevlî meşê bibin.

Organîzatoran diyarkirin ku ew ê bi meşê re di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li saziyên navneteweyî bikin ku ji bo azadiya Rêber Apo û statuya siyasî ya Rojava, gavên şênber bên avêtin.