Ji bo hilbijartinên xwecihî bang li Kurdên li Fransayê hate kirin

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) tevlîbûna Kurdên li Fransayê li hilbijartinên xwecihî bi kêfxweşî pêşwazî kir.

CDK-F'ê hilbijêrên Kurd ên beşdarî tûra destpêkê ya hilbijartinên xwecihî bûn silav kir û ragihand ku wezîfeya xwe ya welatîbûnê bi cih anîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev tevlîbûn nîşaneya wê yekê ye ku girîngiyê didin pêvajoya demokratîk.

PIŞTGIRIYA JI BO KURDÊN NAMZET

CDK-F’ê ji Parîsê heya Marsîlyayê ji Toulouseyê heya gelek cihên cuda Kurdên ku di siyaseta xwecihî de bi rola xwe rabûne û bûne namzet, pîroz kir.

CDK-F’ê ragihand ku wan tam destek da Kurdên namzet û wê di tûra duyem a 22’yê Adarê de jî tam destek bidin.

KURDÊN LI FRANSAYÊ AKTORÊN JIYANA DEMOKRATÎK IN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kurdên li Fransayê parçeyekî sereke yê jiyana demokratîk in û ev tişt hate gotin:

“Kurd bi tevlîbûna hilbijartinan dilsoziya xwe ya bi nirxên komarê û tevkariya xwe ya aktîf a li civaka Fransî re nîşan dane.”

JI BO 22’YÊ ADARÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

CDK-F’ê bang li Kurdên li Fransayê kir ku 22’yê Adara 2026’an di tûra duyemîn a hilbijartinan de hîn xurttir tevlî bibin.

CDK-F’ê diyar kir ku civaka Kurd ne tenê di hilbijartinan de, divê di pêvajoyên demokratîk ên li Fransayê de jî bi roleke aktîf rabin.

DENGÊ KURDAN DÊ WERE BIHÎSTIN

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurdên li Fransayê di jiyana komarê de bûne xwedî cihekî mayînde û hate destnîşankirin ku CDK-F ji bo dengê vê civakê di hemû pêvajoyên demokratîk de were bihîstin, wê xebatê dewam bike.