Ji bo Halîl Şen li Erfûrtê merasîma bîranînê hat lidarxistin
Ji bo Halîl Şen ê ku 12’ê Sibata 2021’an li dijî komploya navnetewî bedena xwe da ber agir li bajarê Elmanya Erfûrtê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Halîl Şen ê ku 12’ê Sibata 2021’an li dijî komploya navnetewî bedena xwe da ber agir li bajarê Elmanya Erfûrtê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Gelek Kurdistaniyên ku li Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Erfûrtê ya Mezopotamyayê hatin cem hev û welatparêzê Kurd Halîl Şen ê ku di sala 2021’an de li bajarê Elmanya Dresdenê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bedena xwe da ber agir, bi bîr anîn.
Piştî deqeyek rêzgirtina di şexsê Halîl Şen de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê, li ser navê malbatên şehîdan û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HDBH) Ehmed Cîhan axivî.
Cîhan got, “Serhildana hevalê me şehîd Halîl ji bo me hemûyan bû” û wiha dewam kir: “Em weke HBDH’ê em ê her tim berxwedana şehîdên me yên li Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, li dîaspora û li her dera dinyayê bikin ala xwe û em ê her tim vê berxwedanê berfireh bikin. Pêngava “Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê bi hev re azadiyê bi dest bixin” ku ji aliyê HDBH’ê ve li Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin, bi çalakiya Heval Halîl gihişte lûtkeyê. Em ê bi berxwedana hevpar a gelan vê têkoşînê mezintir bikin. Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin û fedakariyên di têkoşîna azadiyê de hatine nîşan dayin silav dikin.”
Çalakiya ku bi qasî 3 saetan dewam kir, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.