Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê li Montpellîerê îmze hatin komkirin

Li bajarê Montpellîerê ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ îmze hatin berhevkirin.

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, ji bo PKK ji "lîsteya rêxistinên terorê" bê derxistin, li Meydana Comedîe bi dehan îmze hatin berhevkirin.

Di daxuyaniya têkildarî çalakiyê de hat gotin, "Daxistina PKK'ê ji vê lîsteyê rê li ber aştî, azadî û demokrasiyê vedike."

Di daxuyaniyê de her wiha ev bang hat kirin, "Em her kesê ku alîgirê demokrasî û aştiyê ye, vedixwînin vê kampanyayê."