Ji bo ciwanên Kurd ên li Hollandayê hatibûn girtin çalakî hate lidarxistin
Li Hollandayê di dema çalakiya protestokirina çekên kîmyewî de ciwanên Kurd hatibûn girtin. Ji bo berdana ciwanan li Amsterdamê çalakiyek hate kirin.
Li Hollandayê di dema çalakiya protestokirina çekên kîmyewî de ciwanên Kurd hatibûn girtin. Ji bo berdana ciwanan li Amsterdamê çalakiyek hate kirin.
Di 3’ê Kanûnê de li avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Den Haagê ya Hollandayê di çalakiyê de 40 kes hatibûn destgîrkirin û 4 kes hatibûn girtin. Di çalakiyê de bêdengiya OPWC ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî hatibû protestokirin.
Li Amsterdamê roja Sêşemê bi şev komîteyên ciwanên meclîsa Amsterdamê û Radîcal Solîdarîty li gelek deran pankart daliqandin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Di çalakiyê de hate xwestin ciwanên hatine girtin divê werin berdan.
Radîcal Solîdarîty diyar kir wê li ser torên medyaya dîjîtal kampanyayekê bidin destpêkirin.